Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

44 dagirker hatin cezakirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di der barê çalakiyên silavkirina salvegera 18‘emîn a Pêngava 1‘ê Hezîranê ev agahî ragihandin:

“Çalakiyên bi bandor ên hêzên me ku bi armanca silavkirina salvegera 18‘emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê li dar xistine berdewam in. Dewleta tirk a faşîst ku bi berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikare, bi sedan caran bi obusan, 28 caran bi çekên kîmyewî û 34 caran balafirên şer, çeperên berxwedanê yên hêzên me bombebaran kirine.

Di encama çalakiyên tîmên me yên bi nîv-tevger ên bi performansa bilind a şer û bi ruhê fedaî yê Apoyî li dar xistin de; 44 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne, helîkopterek bi giranî derb xwariye, 3 kemirayên mobeseyê û kemirayeke termal hatine tunekirin.

Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkerên artêşa tirk a wendahiyên xwe tim vedişêre; dest dane ser çekeke 1 MPT-66 û 2 şarjor, 3 çekên ferdî yên MPT-55, zîncireke çeka BKC’yekê û 470 guleyên wê, 2 pakêt guleyên demançeyan, şarjoreke demançeyê, roketeke B-7, 20 kîlo teqemenî, 10 metre fitîl, funye, amrazeke teqandina mayinan, 3 çenteyên leşkerî, kemirayeke termal,  dûrbîneke şevê, îşaretkereke bi lazer, 4 dûrbînên rojê, 4 guleyên bombeavêjê, qamayek, 2 telefonên destan (yek jê ya dagirkerê bi navê Ûgûr Dogrû ye), kemirayeke seriyan, pisûleyek, paneleke rojê ya portatîf û gelek dexil û dan û alavên tenduristiyê. Dewleta tirk a sextekar a tirkiye û cîhanê bi agahiyên derewîn dixapîne ku kes bi têkçûna wê nehise. Lê hêzên me yên gerîla ev derew bi aşkerehî derxistine holê, çûne ser cenazeyên dagirkeran û nasnameyên binefserê biqidem Mevlût Çetîn, çawîşê pispor Yûnûs Eylîk, çawîşê pispor Ahmet Akpinar û Ûgûr Dogrû tesbît kirine.

Di pevçûnan de hevrêyên me Hêzil, Laşer û Seren bi ruhê fedaî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên çalakiyên hevrêyên me yên bi ruhê fedaî Apoyî di xeta serkeftinê de şer kirin e ev in;

Li herêma Zapê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş de;

30’ê gulanê hêzên me dane pey dagirkerên xwestine ber bi çeperên şer ên Herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê ve biçin û seet di 12.55’an hêzên me yên YJA-Star bi çalakiya êrîşê; bi çekên ferdî û bombeyên destan derbeyeke giran li wan xistine. Hêzên me yên YJA-Starê 10 dagirker ceza kirine, çûne ser cenazeyên 4 dagirkeran; dest dane ser 3 çekên ferdî yên MPT-55, 3 dûrbînên leşkerî, îşaretkere bi lazer û telefoneke destan a dagirkerê bi navê Ûgûr Dogrû.

30’ê gulanê di navbera saetên 11.40 û 16.00’an hêzên me 9 caran bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li dora çeperên şer ên girêdayê Herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê xistine. Di encama van çalakiyan de 8 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di çalakiya bi bandor a 18 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye de, cenazeyên dagirkeran bi demeke dirêj di bin kontrola hêzên me de maye. Artêşa faşîst a dewleta tirk derbeyeke giran xwar, bi bombebarankirina qadê bi saetan bi şev encax karî cenazeyên xwe ji qadê hilîne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşkeriyê ya Bazên Zagrosê de,

29‘ê gulanê saet di 08.00’an de, hêzên me li dagirkerên xwestine bi çeperên şer ên Herêma Berxwedana ya Karker Dîrenîş bombebaran bikin, xistine. Piştî mudaxeleya hêzên me dagirkeran teqemeniya 20 kîloyî ya bi xwe re anîne berdan û reviyane. Hêzên me dest dane ser vê teqemeniyê.

30’ê gulanê saet di 14.30’an de, pergaleke kemiraya mobese ya li artêşa dagirker a dewleta tirk li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih kiriye ji aliyê hêzên me hatiye îmhakirin.

30’ê gulanê saet di 08.30-18.00’an de, hêzên me yên YJA Star’ê bi taktîkên sabotaj û sûîqestê li dagirkerên xwestine ber bi çeperên şer ên li Herêma Berxwedanê ya Karker Dîrenîş ve biçin xistine. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin.

30’ê gulanê saet di 23.00’an de hêzên me li helîkoptereke êrîşê ya xwestiye Herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran bombebaran bike, xistiye. Helîkoptera bi dijwarî hatiye lêxistin gava xwestiye ji qadê bi dûr bikeve cardin hêzên me lê xistine, teqîneke mezin rû daye û qad bi balafirên şer bi dijwarî hatiye bombebarankirin.

Herêma Metîna

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xaburê de;

27’ê gulanê di saet 20:30’an de, hêzên dagirker ên li derdora çeperên şer ên Şehîd Girê Şoreş ên herêma Berxwedana Girê Hekkarî, ji her du aliyan ve bi taktîkên lêdan û ketina hundir ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin. Destê çalakiya yekem; bi bombeyên destan û çekên ferdî êrîş li dagirkeran kirin û 6 dagirker ceza kirin. Destê çalakiya duyemîn; 8 dagirker bi gulebarana ji nêz ve hatin cezakirin. Dagirkerên ku xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bi taktîkeke sûîqestê ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û 4 dagirkerên din jî hatin cezakirin.

Di vê çalakiya ku 18 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin cezakirin de, hevrêyên me Laşer û Hêzil ku bi ruhê mîlîtanîtiya Apoyî li dijî dagirkeran derketin û bi fedaî şer kirin, şehîd bûn. Ji kêliya yekemîn a êrîşa dagirkeriyê ve hevrêyên me yên ku li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî parastibûn û derbên giran li dijmin xistin, li ser xeta serketinê bi meş û berxwedanê pêşengiya berxwedana me kirin. Agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêyên me Laşer û Hêzil ku mînakên berbiçav ên ruhê êrîşkar û xeta milîtaniya xweparastinê ne, wê piştre bi gelê me re bê parvekirin.

Di 28’ê gulanê de hêzên dagirker ên ku li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Şoreş ên Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Hekkarî diçûn, ji aliyê hêzên me ve çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiya ku hêzên me bi leza birûskê pêk anîn de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Hevrêya me Seren ku di dema çalakiyê de di milê êrîşê de bû û derba yekem li dagirkeran xist, di pevçûnan de şehîd bû. Şervana xweparastinê ya xeta milîtan a YJA Starê rêhevala me Seren di asta pêşengiyê de bi tevlêbûna gelek çalakiyan derbên giran li dagirkeran xist. Agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêya me Seren a ku şervana bi biryar a xeta fedayî ye, wê piştre bi gelê me re were parvekirin.

30’ê gulanê di saet 13:40’î komek hêzên dagirker li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî bi çekên ferdî hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

30’ê gulanê di saet 08:40’an de 1 sîstema kameraya mobesse û kamerayeke termal a artêşa tirk a dagirker li geliyê Girê Azad bi cih kiribûn, ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin.

Di daxuyaniya xwe ya 30’ê gulanê de, me agahî parve kir ku 29’ê gulanê di saet 17:30’î de, dagirkerên ku xwestine ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi awayeke bandor hatiye lêdan, 11 dagirker hatine cezakirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker jî birîndar bûn.

Hêzên me di çalakiyê de çûn li ser cenazeyên 9 dagirkeran; Hat diyarkirin ku çawişê pispor Yunus Eylik, çawîşê pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komando ya Sêrtê), çawîşê pispor Mevlût Çetîn û çawîşê pispor Ahmet Akpinar hatine cezakirin. Li ser van dagirkeran 1 çeka MPT-66 û 2 şarjor, 1 zincîra çeka BKC û 470 gule, 2 pakêt guleyên çekan, 1 şarjora çekê, 1 rokêta B-7,  10 metre fitil, 1 amûra teqandina, 3 çenteyên leşkerî, 1 kameraya termal, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna rojê, 4 guleyên bombeavêjê, 1 qesetûre, 1 telefona destan, 1 kameraya serî, 1 pisole û 1 panela rojê ya portatîf li ser van dagirkeran hatin rakirin. Her wiha hejmarek zêde alavên jiyanê û tenduristiyê hatin desteserkirin.

herêma xakurkê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

Roja 28’ê gulanê di saet 08:30’an de li Girê Şehîd Axîn, dagirker bi çekên giran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye hedefgirtin û bi derbeyan li çeperên diyarkirî hatiye xistin. 29’ê gulanê di saet 17:00’an de 1 sîstema kameraya mobesse ya artêşa tirk a dagirker li derdora Girê Şehîd Axînê ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

Êrîş berdewam in

Êrîşên artêşa tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 30’ê gulanê de qadên Girê Şehîd Berxwedan, Şehîd Hewrê, Karker, Girê Cehennem ên herêma Zapê û qada Berxwedana Werxelê ya Avaşînê 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

Di 30’ê gulanê de qadên Girê Cûdî, Şehîd Şahîn, Kunîşka, Kurojahro, Girê Ortê, Girê Cehennem û Şehîd Harûn ên herêma Zapê bi sedan caran bi helîkopterên êrîşê û obusan ji qereqolên li ser xeta sînor hatin bombekirin û 25 caran jî balafirên şer bombebaran kir.

Di 30’ê gulanê de derdora gundên Serarû, Deşîşê, Êdînê yên herêma Metîna û Girê Hekkarî ji qereqolên li ser xeta sînor bi helîkopterên êrîşê û obusan hatin bombekirin. 31’ê gulanê di saet 09.50’an derdora gundê Beşîlî 3 caran jî bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.

Di 30’ê gulanê de herêma Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û 6 caran jî bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar