Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 wekîlên HDP’ê de 45 fezleke hatin amadekirin û şandin meclisê
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de bi daxwaza rakirina destnedayîna wan 45 fezlekeyên nû şandin meclisê.
Navê parlamenterên fezleke darbarê wan de hatine amadekirin wiha ne: Sezaî Temelli (1), Serpîl Kemalbay (1), Gulistan Kiliç Koçyîgît (1), Nîmetullah Erdogmuş (1), Musa Farisogullari (1), Ayşe Acar Başaran (1), Pero Dundar (5), Saît Dede (17) û Omer Ocalan (17).
Di 18’ê mijdarê de li meclisê 24 fezlekeyên destnedayînê darbarê wekîlên HDP’ê de hatibûn amadekirin.
Balkêş e ku di hefteyek dawî de 30 fezleke derbarê parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede de hatin amadekirin. ENQERE