Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

45 rêxistinan têkildarî projeya “vegerê” ya Erdogan hişyarî da

45 rêxistinên hiquqî û civaka sivîl bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir ku têkildar sûcên li bakurê Sûriyê hesab ji dewleta tirk û çeteyên bixwaze, her wiha piştgiriya projeya Erdogan a "vegerê" neke .

Bertekên li dijî plan û rojeyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan her ku diçe zêde dibe. 45 rêxistinên hiquqî û civaka sivîl bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir ku sûcên Erdogan û dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê bibînin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku piştgiriya projeya Erdogan a “Vegerê” nekin.

Di daxuyaniya ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û hevserokatiya Kongreya Brukselê ya 6`an ku berpirsa piştgiriya Sûriya pêşerojê û herêmê ye hatiye pêşkêşkirin ku tê payîn îro û sibe li Brukselê were lidarxistin, wiha hate gotin: ‘‘Li gorî peymanên navneteweyî, bi taybet peymanên têkbirina hemû cûreyên nîjadperestiyê û peymanên navneteweyî yên taybet bi mafên sivîl û siyasî, peymana sala 1989‘an a gelên resen û peymana Amerîkayê ya mafên mirovan, mafên mirovan li ser xaka wan tên misogerkirin. Mafê serweriya xakê mafekî ew peyman îşaretê pê dike û bi gelemperî girêdayî mafên gelê resen e, ji ber ku xak girîng û têkiliya wê bi nasnameya civakê û hebûna wê heye. Ev heqekî pîroz e û li Sûriyê niha Tirkiyê desteser kiriye û dixwaze li hemberî bêdengiya navneteweyî bi milyonan sûrî li herêmên Sûriyê yên di bin kontrola xwe de yên li ser dirêjahiya sînorê bakurê Sûriyê bi cih bike, ji wan li Heleb, Hesekê û Reqayê ku piraniya wan Kurd in. Ev yek di çarçoveya planên dijminane yên bi armanca derxistina fitneyan û şerê navxweyî yê li wan herêman, her wiha bi armanca têkbirina nasnameya gelê resen û çandina wan pêk tê.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser amadekariya Enqere ji projeya “vegerê” ya bi milyonan sûrî û bicihkirina wan li wir û wiha hate gotin:”Dê bandorê li herêmê bike û şer derxe ku ew ê Sûriyê bi giştî jê nefilite. Serokkomarê Tirkiyê îdia dike ku ew herêm biewle ne, lê bûyerên rojane pêk tên isbat dike ku ji 2016`an, 2018`an û 2019`an sûcên qetilkirin û wêrankirinê pêk tê. Heta rêxistinên mafên mirovan rojane van bûyeran belge dike. Sûcên li wir bi koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina xakê û hilberînan, qutkirina ava vexwarinê sînordar nema, lê gihaşt asta li herêmên komên girêdayî Enqere kontrol kirine milk werin firotin. Her wiha komên artêşa Azad û hêzên Tirkiyê jî daran radikin û di çarçoveya tirsandina welatiyan sûcên revandinê pêk tînin, da ku niştecihên resen jiwan Kurd bidin koçberkirin. Dewleta tirk bi rêya çeteyên xwe li pêşberî çavên cîhanê avahiyên mêtîngeriyê çêdike, navên dibistan û peymangehan dike navên tirkî, da ku taybetmendiya bakurê Sûriyê û rojhilatê wê têk bibe. Di heman demê de di çarçoveya çewisandina nasnameya dîrokî ya Sûriyê giran dikole da ku herêmê kontrol bike. Paşxistina vegerê heta rewşa Sûriyê were çareserkirin, da ku jîngeke guncaw were dabînkirin.”

Komele û rêxistinan di daxuyaniya xwe de gotin: “Berdewamkirina siyaseta guhertina demografiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandorên bicihkirina bi milyonek penaberên sûrî li cihê pêkhateyeke din ku jê hatiye koçberkirin, şert û mercên nakok ava dikin ku dibe bibe sedema rûdana şerekî navxweyî. Her wiha encamên avakirina avahiyên mêtîngeriyê û bicihkirina nesûriyan tê de û qutkirina daran ne baş in.”

Rêxistinan di daxuyaniyê de bang kir ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bê xwestin û wiha hate domandin: “ji ber sûcên li dijî bakurê Sûriyê pêk, sûcdarên bûyerên kuştinê, koçberkirin û revandinê werin darizandin. Her wiha projeya Erdogan a vegera dildarî fînanse nekin û rewabûnê nedinê da ku rê li pêşiya rûdana şerekî navxweyî bigirin ku dibe di pêşerojê de li wan herêman pêk were û ji ber ku guhertina demografiya etnîkî disepîne.

Rêxistinan di dauxyaniya xwe de diyar kir ku heta aloziya Sûriyê çareser nebe û şert û mercên guncew ji bo vegerê peyda nebe, divê koçber venegerin

Rêxistinan di daxuyaniyê de diyar kir ku herêma bakurê Sûriyê ne ewle ye lê hîna nakokî di navbera koman de heye û rojane bûyerên kuştinê rû didin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo vegerê, divê binesaziya herêmê bi taybet dibistan û nexweşxane bên amadekirin. Sandîkayên nîştimanî û navnteeweyî bê peydakirin da ku şert û mercên guncew bên amadekirin .

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar