Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

46 rojnameger rastî 138 sal û 7 meh ceza hatin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora meha îlonê û 9 mehên dawî aşkere kir. Li gorî raporê di 9 mehan de  46 rojnamger bi giştî rastî 138 sal û 7 meh û 18 roj cezayê girtîgehê hatin e

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ÎRA rapora meha îlonê û 9 mehên dawî bi raya giştî re parve kir. Înîsiyatifê diyar kir ku di salên dawî de binçavkirin û girtina rojnamegeran zêde dibe û wiha got: “Lêpirsîn, doz û darizandina rojnamegeran û cezakirina rojnamegeran her diçe zêde dibe. Di meha îlonê de jî tundiya li ser rojnamegeran kêm nebû. Wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) li gorî daneyên ku me ji çavkaniyên çapemeniyê kom kirin, di meha îlonê de 16 rojnameger hatin darizandin. 3 rojnameger bi giştî rastî 17 sal û 2 meh ceza hatin. Rojnamegerek hat girtin. Di 9 mehan de 46 rojnamger bi giştî rastî 138 sal û 7 meh û 18 roj cezayê girtîgehê hatin.”

Înîsiyatifê da zanîn ku di vê pêvajoya ku îktîdara AKP’ê “Pakêta reforma darazê tîne meclisê” de di serdema îktidara AKP’ê de zexta li ser rojnamegeran zêde bû û wiha lê zêde kir: “Ev nîşan dide ku ev reform formalite ye. Bê navber li herêma Amed, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan û Colemêrgê çalakî û şahiyên civakî û demokratîk tên qedexekirin. Di vê pêvajoya ku qedexe zêde dibe xebatkarên çapemeniyê ku dixwazin bername û şahiyên rêxistinên civakî bişopînin jî rastî zext û tundiyê tên. Rojnamegerên ku dixwazin wêne û dîmen bikişînin rastî astengiyan tên. Rojnameger nikarin bi hêsanî li kolanan çalakiyên civakî bişopînin û rastî astengiyên polîs û eskeran tên. An wênekêş û kamerayên wan desteser dikin an jî destûr nadin rojnameger têkevin qadê. Ev nîşan dide ku mafê azadiya çapemeniyê ji destê wê tê girtin. Ev jî aşkere dike ku “Pakêta darazê” wê kêrî tişteki neyê.”

ÎRA’yê destnişan kir ku wekî înîsiyatif dixwazin astengiyên li pêş çapemeniyê bên rakirin, lêpirsîn, binçavkirin, girtin û cezayê li rojnamegeran tê birîn bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Wekî înîsiyatif em rapora meha îlonê û 9 mehên dawî yên sala 2019’an bi were parve dikin. Em hevî dikin ku zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin.”

ÎRA wiha cih da raropa meha Çile-Îlona 2019’an:

* 145 rojnameger hêj girtî ne.

*52 rojnameger hatin binçavkirin.

*14 rojnameger hatin girtin.

*32 rojnameger der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.

*15 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin.

*330 rojnameger hatin darizandin.

*46 rojnameger rastî ceza hatin (Li 46 rojnamegeran bi giştî 138 sal û 7 meh û 18 roj ceza li wan birîn).

*24 rojnameger hatin berdan .

* 2 rojnameguer hatin dersînorkirin.

Meha îlonê:

*1 rojnameger hat binçavkırın.

*2 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin.

*16 rojnameger hatin darizandin.

*3 rojnaemger rastî 17 sal û 2 meh ceza hat.

*1 rojnameger hat girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar