Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

468 rêxistin banga ‘Berî her tiştî aştî’ kirin

468 Sazî û sendîkayên civakî, Rêxistinên Kêd û Pîşeyî, tekildarî 1’ê Îlonê  Roja Aştiyê ya Cihanê bi dirûşmeya “Berî Hertiştî Aştî” li Qada Şêx Seîd a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek hevpar dan. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyad Ceylan, parlamenterê HDP yê Amedê Îmam Taşçier û endam û rêveberên HDP yên Amedê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Girseyê pankarta ku li ser, “Berî Hertiştî Aştî” dinivisî hilgirtin. Daxuyaniya kurdî ji aliye Hevseroka Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) Sorgul Aytek Avşar ya tirkî jî ji aliye serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Avşar, bi lêv kir ku bi daxwaza aştiye ew hatine ba hev û got ku divê em bi israr li ser aştiya ku hemû aliyê civakê daxwaz dikin bipeyîvin. Avşar, diyar kir ku çaresernekirina pirsgireka kurd didome û astengiyên pêşiya aştiyê wiha bi lêv kir: “Em sedema pirsgirêkên wekî hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê yên ku di welat de tê jiyîn pir baş dizanin ku ev encama israra neçareserkirina mijara kurdan e. Ev israr di Tirkiyeyê de di mijara azadî û mafên bingehîn de nikare bibe bersiva daxwazên civakê û bi polîtikayên ji çareseriya demokratîk dûrtir hişmendiya xwe didomîne. Bi şer re zêdebûna tundî û cihêkarîyê pirsgirêkên girantir diafirînin. Polîtîkayên naçareserkirinê çawa bû sedema windakirina gelek kesan. Wekî vê yekê bû sedem ku welat ji hiqûq, demokrasî û ji mafên mirovan dûr bikeve û bû sedema pirsgirêkên aborî yên giran.Tirkiye di rêza demokrasiyê de di nav welatên dinyayê de, li gorî heremên erdnigariyê jî di rêza hiqûqî de di herî dawî de cih digire.”

‘Pirsgireka kurd bi rê ya demokrasiye çareser dibe’

Avşar, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku israr kirina şerê çekdarî nagehejê encamê û got ku divê hişmendiya ku nikarê mijarê di nav mafên siyasî û civakî de binirxîne biguhere. Avşar anî ziman ku pirsgireka kurd tenê bi rê ya demokrasiye çareser dibe û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo qadeke bê pevçûn ava bibe em hemû kesan vedixwînin berpirsiyariyên xwe yên siyasî û civakî bi cih bînin. Em wek sazî û sendikayên sivîl careke din bi bîr dixin ku divê rojeva Tirkiye aştî be. Bila demildest dev ji çek û pevçûnan were berdan.”

Di dawiya axaftina xwe de Avşar bi lêv kir ku pêwistiya Tirkiyeyê serdemekê aştiyê ku di salên berê de hat avakirin heyê û got ku em di bingeha hemwelatiyeke wekhev de bangawaziya aşitiyeke mayînde dikin.

Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar