Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

47 partî û rêxistin li dijî dagirkeriyê banga lezgînî kirin

Partî û rêxistinên siyasî yên kurd û suryanî ji rayedarên payebilind ên Komara Erebî, Iraq, Sûriye, KE, DYE, NATO û NY’ê re nameyek vekirî şandin û ev bang hate kirin: “Stratejiya şer û dagirkeriya dewleta tirk demildest rawestînin.”

Li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta tirk bi pêşengiya Komîteya Dîplomasiya Hevpar a ku ji Komîsyona Têkîliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 47 partî rêxistinên kurdistanî û suryan, nameyeke vekirî ji Sekreterê Giştî yê Komara Erebî Ahmed Aboul Gheit, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es Sudanî, Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Serokê DYE’yê Joseph R. Biden, Sekretera Giştî Marija Pejčinović Burić, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re nivîsandin. Di nameyê de “banga lezgîn” hate kirin.

Nameya vekirî ya ku partî û rêxistinên siyasî yên kurd û suryan ên Komîsyona Têkîliyên Derve ya KNK’ê li ser navê Komîteya Dîplomasiya Hevpar nivîsandî, wiha ye:

“Pêla bihara ereb di sala 2011’an de destpê kir û heta Iraq û Sûriyeyê belav bû. dewleta tirk xwest ji vê sûd wergire û hêviyên xwe yê Mîsakî Mîllî bi cih bîne (Li gorî vê belgeya 104 sal berê, bi navê Ahdî Mîllî herêmên bakurê Iraq û bakurê Sûriyeyê di nav sînorên Tirkiyeyê de hatibû qebûlkirin).

Dewleta tirk hewl da Neo Osmanîtiya xwe jinûve zindî bike û vegere li ser van sînorên xwe yên berê. Ji bo vê jî li hemberî gelê kurd, dest bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê kir.

Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di piranî daxuyaniyên xwe de aşkere digot ku Heleb, Mûsil, Silêmanî, Kerkûk, Şengal û Behdînanê di nav sînorên Mîsakî Mîllî de ne û ew ê tevahî van qadan dagir bikin. Û bi salane serokê partîya neteweperestên tundrew MHP Devlet Bahçelî bi aşkere dibêje, Kerkûk bajarê 82’yemîn û Mûsil jî bajarê 83’yemîn ê Tirkiyeyê ye. Bahçelî ji bona ku wan daxwazên xwe pêk bîne bi Erdogan re, gelên li Kerkûk û Mûsilê dijîn, li bera hev didin. Bi taybetî hevalbendên xwe yên tirkmen bi çek dikin, li hember hev didin û bi wan kaos û krîzan çêdikin.

Dewleta tirk bi çeteyên girêdayî xwe, di sala 2014’an de xwest Kobanê dagir bike. Lê rastî berxwedana bê hempa hat û bi binket. Lê mixabin, di siyaseta qada navdewletî de bi pêkanîna dîplomasiya manîpulatîf encam bi dest xwe xist û di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkanî û Girê Sipî dagir kir.

Di heman demê de, bi zêdekirina baregehên leşkerî li başûrê Kurdistanê ku dewleteke federe ya di bin serweriya dewleta Iraqê de ye, zemînek ji bo dagirkeriyê amade kir.

Bi maskeya ‘Ez li dijî PKK’ê şer dikim’ êrîşên xwe yên dagirkeriyê pêş xist. Lê belê weke ku Radyoya Dengê Amerîka herî dawî li başûrê Kurdistanê nîşan da, leşkerên tirk niha bi hezaran leşker û 300 tankan 30 km ketine hundir û xwe wek xwediyê herêmê dibînin, kontrola nasnameyan li gel dikin. Bêguman ev rewşa nû ne tenê ji bo me kurdan, lê belê ji bo kûrkirina krîzeke giran û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bêîstîkrariyeke mezin e. Ji aliyê din ve ev yek bi awayekî eşkere guhnedana hiqûqa navneteweyî û binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

Dewleta tirk bi rejîma Erdogan-Bahçelî re çi dibe bila bibe bi her awayî dixwaze Mîsakî Millî pêk bîne. Ji bo vê jî ji destpêka sala 2024’an û vir ve lez dan xebatên xwe yên dîplomatîk û leşkerî. Bi siyaseta manîpulatîf jî hikûmeta Iraqê bê bandor û pasîf kirin.

Serkeftina stratejiya Mîsakî Mîllî li Kurdistanê dê bibe sedema dagirkirina Iraq û Sûriyeyê û wê nakokiyên herêmî  kûr bike û koçkirina bi milyonan mirovan bi xwe re bîne. Lewma stratejiya şer a niha li Kurdistanê tê meşandin hemû Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike.

Ji ber ku Rojhilata Navîn di warê siyaseta global de jî diyarker e, ev êrîşa dewleta Tirk wê rasterast bandorê li siyaseta global bike.

Weke partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên kurd ên li jêr îmze kirine, ji bo sekinandina vê dagirkeriyê di serî de hikûmetên Iraq û Sûriyeyê, Komkara Erebî; ji pêkanîna normên hiqûqî yên navneteweyî berpirsiyarin wek Neteweyên Yekbûyî; Konseya Ewropa û NATO ku Tirkiye endamê wanin, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku bi dewleta tirk re xwedî têkiliyên stratejîk in, em bang li we dikin ku destûrê nedin dagirkeriya dewleta tirk.

Weke kurd me tu carî serî li ber tu dagirkeran netewand. Em diyar dikin ku em ê ji bo welat û siberoja xwe ya azad bi biryar li berxwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku pêşî li dagirkeriya dewleta tirk a ku bûye topek agir bigirin û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd bikevin nava tevgerê.”

Îmzavanên daxuyaniyê ev in;

Komîsyona Têkîliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK)

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Tevgera Goran (GORAN)

Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistan

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E)

Partiya Komunîst a Kurdistan

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E)

Federasyona Êzidiyên Kurdistanê (NAV-YEK)

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)

Yekîtiya Suryanî ya Ewropa (ESU)

Partiya Yekîtiya Suryanî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

Partiya Kedkarên Kurdistanê

Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê (PDKS)

Partiya Çep a Kurd a Demokratîk-Sûriye (P.Ç.DK-S)

Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê (PÇK-S)

Partiya Kurd a Demokratîk (PDK-S – El Partî)

Tevgera Kawa

Partiya Rizgariya Kurdistan (KKP)

Partiya Keskan a Kurdistan-Nûneriya Ewropa

Enstîtuya Kurd a Bruksel

Enstîtuya Kurd a Almanya

Enstîtuya Kurd a Stockholm

Rêxistina Yarsan a Demokratîk

Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Azad (PYNA)

Tevgera Hemanserdemê ya Kurdistan-Sûriye (TNKS)

Meclîsa Sirgûnê ya Şengal (MŞD)

Mala Kurdan

Koma Edaletê ya Kurdistan

Tifaqa Serbixwebûnê ya Kurdistan

Kongreya Gelan a Betnahrin a Suryanî

Partiya Komala Kurdistan a Îran (KOMALA),

Koma Civatên Kurdistan (KCK)

Partiya Azadiyê ya Kurdistan (PAK)

Partiya Guhertinê ya Demokratîk a Mezopotamya

Partiya Keskan a Kurdistan

Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP)

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)

Platforma Kurdên Enetoliya Navîn (PKAN- E )

Platforma Hewramanan

Partiya Yekîtiya Kurd a Sûriyeyê (El Wehdê)

Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistan (Tevgera Azadî)

Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyî

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan (YMK)

Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan (YNDK)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar