Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin, di 4’ê Nîsanê de dê bibe 72 salî. Her wiha çavê gelê kurd jî li çalakiyên rojbûnê yên li gundê Amarayê bin li dar xistine. Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, behsa birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Mehmet Ocalan, hewşa mala ku Ocalan lê çêbûye û mezin bûye nîşan da û wiha got: “Em hemû li vir mezin bûn. Me bi bax û baxçeyan debara xwe dikir. Baxçeyekî me yê fisteqan jî hebû. Baxçeyekî biçûk. Gava em zarok bûn me şivantî dikir. Serok, zarokekî pir livok bû. Nedisekinî. Diya min tim pê de dixeyidî. Carekê jê re gotibû, ‘ma tu nikarî deqeyekê bitebitî?’ Wê çaxê qîmeta zarokên kur zêde bû. Gava em derdiketin derve û dereng diman, diya min Havva û Gulsumê dişand dû me. Em pir digeriyan. Diya min tim li pê me bû.”
Lêgerîn
Ocalan da zanîn ku birayê wî pêwendî bi her kesî re daniye û gava karek bikira bi hûrgulî li ser difikirî û ev tişt anî ziman: “Biçûna ku jî, em bibêjin meseleyek hebû, tim hevalek bi xwe re dibir. Li gor hin pîvanan tevdigeriya. Bi cidî nêzî kar dibû. Kêmasî qebûl nedikirin. Çi dibû bila bûbûn tim li pê ya rast bû. Berî ku biçe lîseyê, em tim bi hev re bûn. Lê gava lîse qezenc kir û çû, em hinekî ji hev dûr ketin. Tim di nav lêgerînê de bû. Ev rastieke jiyana wî bû. Biçûna kîjan dibistanê, ev dida ber lêpirsînê: ‘Ez kurd im, lê ez bi tirkî dixwînim.’ Di zarokatiya xwe de jî ev tişt digotin. Roj hebû, 10 saetan pirtûk dixwend.”
Cejna gel
Ocalan behsa pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û diyar kir ku ji sala 2004’an heya niha tê pîrozkirin û wiha domand: “4’ê Nîsanê di navbera sala 2011-2015’an de bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Ji Tirkiyeyê û her çar perçeyên Kurdistanê bi sed hezaran kes berê xwe dan Xelfetiyê. 4’ê Nîsanê wekî mîhrîcanê bûn, lê belê ev çend sal in hatiye qedexekirin. Ji bo pêşî li ber pîrozbahyê bigirin, qedexe kirin. Li gund 7-8 salan pîrozbahî hat kirin. Tu tiştekî nexweş neqiwimî. Bi dilê her kesî bû. Ji bo gel cejn bû. Mirov 3 rojan li ser hev li vir govend digerandin. Ji Edîrneyê heya Colemêrgê mirov dihatin. Dewletê nexwest mirov dilxweş bibin. Ê nikaribin bi qedexeyan tiştekî bi ser tiştekî bixin. Têkoşîneke ji nebûnê afirî, bi ruh û can bû û mezin bû.”
Ocalan anî ziman ku di 4’ê Nîsanê de li benda mêvana ne ku bên Amarayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku dewlet şewbê bike hincet û asteng bike. Lê yê ku dixwazin bên bila tevdîrên xwe bigirin û wisa bên. Divê dewlet astengiyan daneyne ber mirovan. Ji xeynî dewletê kes li vir xirecirê dernaxe. Li tu devera cîhanê kesek 22 salan nayê girtin. Berpirsiyariyên komplogeran mezin in. Serok bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kiriye. Dixwazim 4’ê Nîsana îsal bibe sala aştiyê. Bi hêviya Serok azad bibe û aştî bê Rojhilata Navîn.”
Ji zarokan hez dikir
Xwişka Ocalan, Fatma Ocalan jî anî ziman ku gava bi hev re li nav erd dixebitîn, birayê wê pir jêhatî bûye û karê xwe zû diqedand. Ocalan diyar kir ku birayê wê ji berê de yekî pir baş bûye û gava bi hev re li nav erd dixebitîn pir aliyê wan dikir û wiha got: “Me pir ji hev hez dikir. Hê jî pir jê hez dikim. Bi şev diçû nav erd karê xwe diqedand. Zarokên gund hemû diçûn cem wî, jê hez dikirin. Car hebû hêrsa diya min radibû. Digot, ‘Van zarokan neyne, tamûl nakim.’ Wî jî digot, ‘Ez ji zarokan hez dikim.’ Gava li dibistana navîn bû, mamostetiya zarokan dikirin. Piraniya wan zarokan bûn mamoste. Li nav erdê me yê li pişt gund darek hebû. Gava karê wî diqediya digot, ‘Ez diçim wir. Ez hinekî razêm û pirtûkê bixwînim.’ Nîviyê roja xwe li wir derbas dikir.”
Mar
Ocalan diyar kir ku birayê wê qet ji maran hez nedikir û wiha domand: “Gava li nav erd dixebitî, tim mar dikuştin. Digot, ‘Têkeve kîjan qulikê jî ez ê wî derxim û bikujim. Rahêlin keviran. Gava derket lêxin.’ Bi awayekî mar derdixist û dikuşt. Tim digot, ‘mar bizerar in.’ Rojekê gava destnimêj digirt, mar ji bo pêvedin, nêzî wî bûn. Me ew şiyar kir. Me got, bireve. Dev ji destnimêjê berda û paş ve vekişiya. Paşê çû her du mar kuştin. Bavê min pir jê hez dikir.”
‘Yê me bişewitandina’
Di axaftina xwe de Fatma Ocalan, roja ku birayê wî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Rojeke pir xirab bû. Tam me hefteyekê xwarin nexwar. Me nikaribû bixwe. Ez çûm ketim hundirê odeyê, min derî li ser xwe girt û hefteyekê derneketim. Em pir li ber ketin. Tiştek ji dest me nedihat. Gava cara ewil çûm cem wî, çawa çav lê ketim giriyam. Ji min re got, ‘Girî ne adetê me ye.’ Paşê me xeber da. Ne mimkun bû ku mirov negirî. Dihat îşkencekirin. Her cara ku em ji bo hevdîtinê diçûn, xeber ji me re digotin, heqaret li me dikirin. Kevir dihavêtin me. Carekê ez, Mehmet, Havva, xalê min û zarokên li cem me, em çûn girtîgehê. Li Bûrsayê, dora otêla em lê bûn dorpêç kiribûn. Ê me bişewitandana. Paşê parêzer gotin, ‘Ê we bişewitînin, derkevin.’ Bi şev em derketin. Paşê em çûn Stenbolê.”
‘Dixwazim birayê xwe bibînim’
Her wiha Ocalan bal kişand ser tenduristiya birayê xwe Rêberê Gelê Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî hin îdia belav bûn. 2 şevan xew bi çavên min neketin. Pir meraq dikim. Min pir bêriya birayê xwe kiriye. Xwezî min ew bidîta. Nexweş im, nêzî 6 sal in min ew nedîtiye. Berî bimirim, dixwazim birayê xwe bibînim. Bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Kes nikare biçe. Tu kevokekê jî têxî qefeseke biçûk ê nikare be deyax bike. Lê ew 22 sal in girtiye. Tew bi ser de jî tahdeyê dikin.” Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê / RIHA