Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

4’ê Nîsanê mîlada kurdan e

Çawa ku li Rojhilata Navîn di hinek dem û qonaxên herî xeter û krîtîk de pêxemberek nazil dibe. Çawa ji bo ereban Hz. Mihemed, ji bo xiristiyanan Hz. Îsa, ji bo yahûdiyan Hz. Mûsa û Hz. Dawid ji bo qewm û civakên di asta herî xirab û ketî de bûn xudê tiala ew nazilkirin û wan ji vê rizgar bike.

Eger ku em kurd jî li gorî rewşa heyî binêrin, dibe ku di wê astê de nebe ku mîna civak û qewmê jor, lê gelek aliyê xwe pir ketî ya ji hemû girîgtir jî weke hebûn û nasname tune bû. Ev jî bi serê xwe yek ji mijara esasî bû ku diviya bû weke kurd bijî. Tam di demeke wiha de ku her kes gotin di cih de be ‘di taya mirinê de’ 4’ê Nîsana 1949’an her çêndî weke pêxember an jî hewarî neyê dest girtin jî zarokek hat dinê bi pênaseya îslamê ji bo me kurdan ‘Mihemed Mehdiyek’ bû.

Ew roj bû mîladek nû û rojeke nû ya vejînê. Kurd û Kurdistan ji nû ve hişîn dibû û vedijiya. Roja ku kurdê tune, kurdê kol e û kurdê bê nasname bidawî bûbû. Di vê wateyê de ji wê rojê di kesayetiya Rêber Apo de gelê kurd û Tevgera Azadiya kurd û Tevgera Jina Azad têkoşînek bê emsal kir û hê jî dike.

Ji wê rojê heta îro ku tenê ji bo kurd weke gel û civak bi nasname, çand û rengê xwe li ser axa bav û kala bijî, berdêlê giran dan û hê jî ji bo vê biryardariya xwe bigihîne serketinê dide. Ji bo wê ye ji heft salî heta heftê salî kurd li her cihê lê ne vê mîladê ji bo nemir bikin û weke roja ji nû ve dayikbûna xwe digirin dest û pîroz dikin.

Di roja îro de ku Rêber Apo ji bo gelê kurd gihandî vê astê, sîstema modernîteya kapîtalîst ku weke xeteriyeke herî mezin li pêşiya xwe dît û ji bo bikare vê derbas dike bi hevkariya hêzên herêmî, navxweyî û hegonomîk ketin dewreyê û bi awayekî nemerdane piştî pêvajoyeke dirêj 15’ê Sibata 1999’an bi Komployeke Navneteweyî dîl girtin û weke karê bekçîtiyê radestî Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo li Girava Îmralî ya yek ji cihê herî ewlekarî lê tê girtin, hate bicihkirin. Ji wê rojê û heta îro Rêber Apo weke Premetûs her carê xwe nû dike û bi parêzname û peyamên didin di serî de lîstikên sîstema modernîteya kapîtalîst hildiweşîne û li şûna wê modernîteya demokratîk weke alternatîf da çêkirin.

Tevî her merc û zirûfên zehmet ên Girava Îmraliyê û dîsa îzalasyon û tecrîda giran jî Rêber Apo bi berxwedana xwe hêvî da gel û Tevgera Azadiya Kurd. Rêbertî di parêznameya xwe de têkoşîna xwe weke ‘Sê zayînan’ pênase dike û dinirxîne. Ji bo wê li gorî her şert û mercî karî xwe ji nû ve zindî bike û ji bo gihana serketinê rê û rêbazên xuliqkarî afirand û hêz da gelê kurd.

Hemû derfetên îro di serî de bi saya Rêber Apo û dîsa gerîla û şervanên di vê oxirê de canê xwe dan û şehîd bûn pêk hatiye. Ji bo vê Rêber Apo tim vê bibîra mirov dixe, tenê ji bo xwedî li xeyal û hestên şehîdan derketin be jî divê ev rêya ku medayî pêşiya xwe divê bigihînin serketinê.

Ji bo wê ye îsal jî em dikevin sala 72’yan a rojbûna Rêber Apo. Ji bo wê ye ku divê ji her salê bêhtir û dîsa ku em mercên niha yên nexweşiya vîrûsa korona jî li ber çav bigirin û metirsiya li girtîgehan bidin ber çavê xwe divê em bikin ku sala 72’an bibe sala azadiya Rêber Apo.

Dîsa di serî de divê rojeva me kurdan, hêzên demokrat, enternasyonalîst, jin, ciwan ji her demê bêhtir ji bo azadiya Ocalan rabe ser pêyan û ji bo di serî de azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî têkoşîn bikin. Ji ber ku di her kêliyê de ne tenê gelê kurd, gelê din jî Rêber Apo weke ‘îrade û hebûna’ xwe îfade dikin. Ev jî dihêle ku eniya berxwedanê ya ji bo azadiya Serok Apo hê zêdetir xurt bibe.

Her wiha derfetên îro heye ku em dîsa bikarin di vê roja mîladî de yekitî û yekrêziyek xurt di nava mala kurdan de bidin çêkirin. Dema em li pêvajoya îro dinêrin dibînin ku ji ber vê ileta koronayê welatên Ewropayê ya ku bi yekitiyê tê binavkirin her yekê deriyê xwe li ser yek girt û pişta xwe da hev. Em kurd dikarin vê yek sûdê bigirin û bikarin piştevaniya yek bikin û dîsa bi taybet ramanên Ocalan ên li ser sîstema kapîtalîst a ku yek ji iletên herî xedar ên rizandina civakê ye, bikin rojev û yekitiye gelan a cîhanî jî bidin avakirin. Kurd xwedî wê hêzê ye ku dikare pêşengtiyê ji vê re bike. Îro herî zêde çavê dinê li kurdan e û yên herî zêde vê bangê jî dikin kurd in. Ji bo wê ye, em ji roja rojbûna Rêber Apo dikarin bikin mîladekî cîhanî jî.

Herî dawî dikarim vê bêjim ku her maleke kurd bi dil û ruheke azad rojbûna Serok Apo pîroz bike û hêviyên azadiyê geştir bike.

Nûçeyên Têkildar