Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

4’ê Nîsanê roja jidayikbûna jin û xwezayê ye

Nêrgiz Ismayil |

Kîjan zayîn xwe dikare bike hebûn û her pêvajoyan de bibe xewnên ku her demê însan lê digere û dixwaze jiyana xwe pê şad bike? Kîjan jidayikbûn dikare xwe ji rewşa fîzyolojiyê derxîne û derbasî derûna kur a rastiya jiyana bextewariya mirovahiyê bike? Kîjan zanist, felsefe û bawerî dikare di guherîn û veguherînê de vebêjîne afirandina civakek bi çand û wate? Ev in pirsên ku her wextê însan lê geriya ne, xwestine di nava rastiyê de xwe tê de bibinin. Eger tenê zayîn di wateya laş de bimîne wê demê bi çûyîna laş jî wê hebûna mirovî jî biqede. Ruh, şopên li dû xwe hêlîştî jî bi dawî dibin.

Di gelek sedemên dîroka cîhanê de gelek kesan, serokan, zanistan, feylezofan xwestin cewhera xwe ya hebûnî dîrokî bikin. Hîtler jî digot her ‘ez ê bibim mohereke bêdawî di dîrokê de’. Gava civak wî tîne bîra xwe ji kuştin, tunekirin, şer û dîktatoriyetê pê ve çi tê bîra dîrokê? Ji bo ku mirov bibe hebûnî û ji dîrokê re bimîne gelo tenê bi serlêdana şer, talankirinê dibe? Gava mirov di naveroka van ferastena de dikole wê demê em têdigihên ku ji bo mirov mafê jidayikbûna xwe, çi weke fîzîkî ango weke hebûne mirovî ji dîrokê re bihêle, girîng e mirov mohrên xwe yên mirovî ji dîrokê, mirovahî, gerdûnê re bihêle. Her kes vê dixwaze lê belê rastiya xwe gihandina vê heqîqetê jî gelek bi kelem û zehmet e. Mirovê ku bikaribe ‘xwe’ ya xwe bike malê tevahiya mirovahiyê, hestên xwe yên biçûk zindî bihêle ji bo hemû mirovan têde bihewîne, bikaribe xwe bike raman, felsefa jiyaneke bedew û diyarî miletan bike kêm in. Di cewhera wê diyariyê de ku pala wê ramanê li ser hîma azadiya jinan ku jiyan bi xwe ye bike.

Lewra ji bo me weke jinên kurdan û cîhanê 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo ku rêhevalê jinan e, di heman wateyê de roja jidayikbûna biharê, rengîniya kulîlkên wê, roja çandina dara û pîrozkirina keskahiyê li tevahiya mirovahiyê ye. 4’ê Nîsanê rojeke lê belê ew roj gelek têkoşîn û berxwedanî bi xwe re avakiriye. Em wek jin di vê rojê de jidayik dibin, bi zindîbûna xwezayê û jîngehê re dibin hevjîn. Di vê rojê de em ruhê xwe pak dikin, di kîjan kuncikê de qisûreke me hebe em xwe jê dişon. Jidayikbûna kesekî wêdetir, ev roj roja carekî din xwe vegerandinê û avakirinê ye.

Birînên ku 5 hezar salan di hizir, bîr, hest û fîzîka me de avakirine di vê rojê de wan hemûyan pak dikin û xwe xweşik dikin. 4’ê Nîsanê ji bo me jinan roja derketina roja zêrîn e û ronahiya xwe hetanî niha avêteye ser hemû ferasetên me yên paşvemayî. Li şûna tarîtiyê ronahî, biharbûyîn û zindîbûyîn ji bo dîrokê. Hetanî vê kêliyê 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna raman, hizir, felsefa jiyana azad û jinên azad e. Pîroz be roja jidayikbûna me hemûyan. Çandina her darekê wê zindîkirina raman û felsefa Rêber Apo be. Her dem pîroz be

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar