Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

4’ê Nîsanê rojbûna heqîqeta mirovahiyê ye

74 sal berê zarokekî jîr û zana li gundê Amara ya Xelfetiya Rihayê çavên xwe li dinyayê vekir. Di vê roja biharê ya bi xêr û bereket de mizgîniya xêrê da mirovahiyê. Ew mizgîniya xêr û bereketê îro bûye hêvî û azadiya hemû gelan. Navê vê mizgîniyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Heke îro di serî de gelên Kurdistanê û hemû gelên cîhanê di rêya azadiyê de dimeşin ev bi saya berxwedana bêhempa ya 50 salan a Rêber Apo ye.

Rêber Apo serdemeke ku dewleta qirker a tirk ji xwe re digot; “Me kurd qedand û niha di gorê de ne” hate dinyayê. Ya herî girîng jî vê yekê bi her kesî dabû qebûlkirin. Wê demê kurd ji hebûna xwe şerm dikirin û newerîbûn hebûna xwe bianiyana ziman. Dewleta dagirker a tirk gelê qedîm ker, lal û kor kiribû. Bibû ewreke reş û tarî li ser Kurdistanê ewrên reş û tarî digeriya. Kurdistan di demsal biharê de demsala zivistanê dijiya. Gelê kurd bi qirkirina fîzîkî ji heqîqeta xwe hatibû dûrxistin. Rêber Apo di serdema ku gelê kurd heqîqeta xwe wendakiribû de mezin dibû. Rêber Apo bi hişmendiya: heqîqet li ku derê hatiye wendakirin divê li wir lê bigerin dest bi meşa lêgerîna heqîqetê kir. Di temenê biçûk de barê herî giran da ser milên xwe û bêwestan li pey heqîqetê beziya. Dibe ku gelek kes hewl dabin vî barî hilgirin lê tu kes bi qasî Rêber Apo bi vîneke mezin vî barî hilnegirtin. Rêber Apo hem barê zarokatiya xwe û hem jî barê gelên bindest hilgirt û anî heta vê rojê. Ji ber vê yekê zarokatiya Rêber Apo tu carî nebû zarokatiyeke ji rêzê. Ji zarokatiya xwe û heta niha Rêbertiya gelan dike.

Rêber Apo di lêgerîneriya heqîqetê de her ku nêzî heqîqetê bû ewqasî rûyê rast ê ev pergala rizyayî ya kapîtalist nas kir. Bi têgihîştina rastiya kapîtalizmê re xwe nas kir. Bi naskirina xwe re bi heqîqeta kurdan re rû bi rû ma. Bi heqîqeta kurdan re rêya azadiyê avakir û bû hêvî û hêza azadiya gelê kurd. Her ku gelê kurd nas kir, rastiya pergala rizyayî ya kapîtalist dît û li dijî wê têkoşiya. Her ku têkoşîna azadiyê mezin kir ewqas hêrs û kîna wî ya li dijî pergala rizyayî ya kapîtalist mezintir bû. Ev hêrs û kîna Rêber Apo hêzên hegemon û dagirkerên Kurdistanê xist nava tirseke mezin. Bi vê tirsê di 8’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêber Apo komploya navdewletî xistin meriyetê û di 15’ê Sibata 1999’an de jî xistin îşkencexaneya Îmraliyê. Rêber Apo ev 24 sal in li îşkencexaneya Îmraliyê di nava tecrîdagirankirî de tê tecrîdkirin. Mînaka pêkanîna dermirovahî ya li hemberî Rêber Apo tê meşandin li cîhanê tuneye. Wexta mirov tenê di vî alî de li mijarê bênere dibîne ku bê Rêber Apo tirseke çawa xistiye nav dilê hêzên hegemon û dagirkeran.

Rêber Apo di îşkencexaneya ku ji dinyayê hatiye tecrîdkirin de paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku ev 50 sal in mîna tevnê dirêse kur û berfirehtir kir. Paradîgmaya Neteweya Demoraktîk bi PKK’ê bûye beden û ruh û li seranserê Kurdistanê bûye tekane çarenûsa jiyana azad. Jiyana azad gav bi gav pêl bi pêl ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn û seranserê cîhanê berfireh dibe. Careke din Rêber Apo nîşanî her kesî da ku tu hêz û tu komplo nikare xwe li pêşiya vîna azad bigire.

Bi rojbûna Rêber Apo re Kurdistan gihîşt bihara xwe. Êdî dem hatiye ku gelên azadîxwaz bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bigihêje azadiya xwe. Ji bo vê jî em çiqasî zû Rêber Apo ji îşkencexaneya Îmraliyê derxin ewqasî zû jiyana azad dê misoger bibe.

Bi hêviya ku rojek beriya rojekê bi Rêber Apo re li gundê Amarayê li ser xaniyê lê hatiye dinyayê bigihêjin hev û govenda azadiyê bigerînin. Wê demê wê her bibin Newroz, bibin 4’ê Nîsanê. Rojbûna Rêber Apo li mirovahiyê pîroz be.

Nûçeyên Têkildar