5 kolber li ser sînorê navbera navçeya Elbakê ya Wanê û rojhilatê Kurdistanê di 18’ê Çileyê de di binê aşûtê de mabûn û cenazeyên wan piştî 7 rojan hatibûn dîtin. Cenazeyên kolberan li gundê Koranê yê Ûrmiyeyê hatin veşartin.
Cenazeyên kolberan duh êvarê di encama hewldana malbatan de hatibûn dîtin.
Malbatan cenazeyên xizmên xwe birin gundê Koranê yê bajarê Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê.
Cenazeyên kolber Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî serê vê sibehê hatin veşartin. ÛRMIYE