Rejîma Îranê ya ku bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ derbek giran xwar, ji bo domandina desthilatiya xwe li rojhilatê Kurdistanê dest bi pêla binçavkirin û girtinê kiriye. Li gor nûçeya Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, duh li rojhilatê Kurdistanê 5 kes bi sedema ku tevlî pîrozbahî û organîzekirina çalakiyên Newrozê bûne, hatine binçavkirin.
Li gor nûçeyê navên kesên hatine binçavkirin wiha ne; Hejar Mehmudî, Dilşad Şadab, Basit Qadirzade, Zahir Hacî Pur û Semîh Mehmudî ne.
Beriya niha jî li bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê bi heman sedemê çend kesên din jî hatibûn girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji Newroza îsal ve herî kêm 43 çalakvan, hunermend û welatiyên kurd bi sedema tevlî merasîmên Newrozê bûne, li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam hatine girtin.