Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

5 sal derbas bû lê hêj birin nehatine kewandin

Di 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hat dorbeçkirin û ji aliyê Walitiya Şirnexê ve bi ragihandina qedexeya derketina derve re êrîş û topbaran hat destpêkirin. Li navçeyê êrîş 9 roj berdewam kir. Di 12’yê Îlonê de qedexe hat rakirin. Di encama êrîşan de 21 welatî hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Ji 21 kesên ku hatin qetilkirin yek jê jî dayika bi navê Maşallah Edîn û bûka wê Zeynep Edîn û her wiha Cemîle Çagirga ya 10 salî bû.

Cemîle Çagirga li hewşa mala xwe dibe hedefa êrîşên dewletê û tê guleberankirin. Ji ber ku nehiştin cenazeyê Cemîleyê rakin nexweşxaneyê û ji bo ku cenaze xera nebe, dayika Cemîleyê dest û porê keça xwe hine kir û di sarincê de veşart. Di lêpirsîna mirina Cemîleya biçûk de encam derneket û dosyeya wê bi hinceta dem bihûriye hat betalkirin.

Her wiha dosyaya Maşallah Edîn jî ku di ‘Rapora Lêkolîna Arşîvê’ de tu tomar tune, hin jî vekirî ye. Ji dosyaya Edîn re jî biryara ‘Lêgerîna Daîmî’ hat dayîn.

Bi ser qedexeya li navçeyê re 5 sal derbas bûn lê hêj birîna Cizîrê nehatiye kewandin. Dayik û bavê Cemîle Çagirga û xwesûya Maşallah Edîn bi wesîleya salvegera 5’emîn a qedexeyê axivîn.

Ji bo cenaze xera nebe dixin sarincê

Bavê Cemîlayê Ramazan Cagirga wiha qala wan rojan kir: “9 rojan taxa me hat dorpeçkirin. Şerê herî giran li taxa Nurê qewimî. Li vê taxê gelek kes hatin kuştin. Van qedexeyan û êrîşan bandorek neyînî li ser navçeyê kir. Navbera mala me û taxa Nurê kîlometreyek heye. Di warê xwe parastinê de mala me bi ewletir bû. Me hewl dida xwe ji guleyên çekên giran biparasta. Lê em dîsa jî bûn hedef. Cemîle jî li gel diya xwe û birayê xwe li hewşê rûniştibûn. Di wê kêliya ew li hewşê rûniştî ne, mala me ji aliyê hêzên tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Di encama êrîşê de Cemîle jiyana xwe ji dest da. Li gel Cemîlayê cîraneke me jî hat gulebarankirin. Me bang li ambulansê kir nehatin. Me kir û nekir me rê nedît ku em cenaze jî rakin nexweşxaneyê. Ji bo ku cenaze xera nebe, em neçar man ku cenazeyê xwe di sarincê de veşêrin.”

‘Dozgeriyê xwest wekî ku PKK kuştiye nişan bide’

Bav Cagirga anî ziman ku dewlet kujerên keça wî diparêz e û ev tişt anî ziman: “Me 3 rojan cenazeyê Cemîla di sarincê de veşart. Piştî 3 rojan li ser hewlêdanên HDP’ê me cenaze ji sarincê derxist û rakir nexweşxaneyê. Wextê me xwest em cenaze rakin ambûlansê lê me jî gulebaran kirin. Cenazeyê me 10 rojan li nexweşxaneyê bêkes ma. Pişt re li me geriyan gotin ‘hûn dikarin cenazeyê xwe werbigirin.’ Me jî biryar da ku em cenazeyê xwe bi merasîma cenazeyên welatiyên din re veşêrin. Roja qedexe rabû bi girseyî cenaze hatin veşartin. Dozgeriyê bang li me kir. Di lêpirsînê de wekî ku PKK’ê kuştiye nişan dabûn. Me bi wan re gengeşe kir me got em dizanin kujer kî ne. Min ji dozger re got dema keça min hat qetilkirin ez li wir bûm.”

‘Ez wan rojan qet ji bîr nekim’

Cagirga xwest ku kujer bên darizandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Doz hê niha jî didome. Em heta dawiyê şopdarên vê dozê ne. Kujerê kesekî nehatiye dîtin. Ji ber ku edelet, hiqûq nema ye. Hewceye ku daraz serbixwe û bêalî be. Serxwebûna darazê li ku maye? Em dixwazin ev kujerên xwînmêj bên dîtin û darizandin. Ger bi ya wan bûya ew ê keça min wekî ‘terorîst’ nîşan bidina. Gelo miroveke 10 salî dibe terorîst? Daxwaziya me cezakirina van kujeran e. Ez heta emrê xwe yê dawiyê wan rojan ji bîr nekim.”

‘Piştî axîniyê jiyana xwe ji dest da’

Dayika Cemîle, Emîne Cagirga bal kişand ser wan rojên qedexeyê û wiha got: “Bi ser qedexeyê re 5 salên me qediyan. Cemîle zarok bû diçû dibistanê. Cemîle gelek jêhatî û serkeftî bû. Êvara duşemê dengê çekên giran dihat. Em jî li hewşê rûniştibûn. Me dît ku gule li me hatin reşandin. Me got qey xwelî dibare. Min lê nêrî Cemîle li erdê hatiye dirêjkirin. Hingî min got Cemîle Cemîle bersiva min neda. Piştî ku axînê jê çû jiyana xwe ji dest da.”

Dayikê cenazeyê keça xwe di sarincê de veşartibû

Cagirga destnîşan kir ku piştî ku Cemîlayê jiyana xwe ji dest da wê şevê heta serê sibehê bajar hatibû bombebarankirin û wiha domand: “Piştî ku bû serê sibehê me telefonî emnîyetê, nexweşxanê kir ku ambûlansê bişînin û bihêlin em cenaze bibin nexweşxanê. Me bang li her derê kir lê ji me re gotin ‘Qedexe heye’ nehatin. Me cenazeyê wê şûşt. Cemîleyê gelek ji hineyê hez dikir. Min dest û pora wê hine kir. Pişt re ji bo ku cenazeyê wê xera nebe me di sarincê de veşart. Piştî 3 rojan me bang li dewletê kir ku bihêlin em cenaze bibin. Ji me re gotin; cenaze bînin ser cadeyê wê ambulans bê pêşiya we. Me heta ser rêya Hezexê cenaze bir. Pişt re ambulans hat û cenaze girt. Me kir û nekir destûr nedan yek ji me bi cenaze re biçe. Nehiştin ku em bi cenazeyê xwe re biçin. Cenaze birin Şirnexê. Pişt re nexweşxane li me geriya gotin ku ‘em ê cenaze bişon û li vir veşêrin.’ Me qebûl nekir. Me got me cenazeyê xwe şûştiye û kefen kiriye. Piştî 9 roj derbas bûn, em çûn me cenazeyê xwe girt.”

Dayika Emîne bang li hemû dayikan kir ku ji bo aştiyê tebikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em êdî aştî û aramiyê dixwazîn. Ewqas dilê me şewitî, bila dilê tu dayikên din neşewite. Kezeba her dayikê wekhev dişewite. Destê xwe bidin hev. Em bang li dayikên cîhanê hemû dikin, bila destê xwe bidin hev aştiyê bixwazin. Tiştek bi kuştinê û mirinê nayê safîkirin. Heta ku ez hebim ez ê şopdara doza Cemileya xwe bim.”

Ew û bûka xwe bi hev re tên kuştin

Di êrîşan de dayika bi navê Maşallah Edîn û bûka wê Zeynep Edîn jî hatibûn qetilkirin. Xesûya Maşallah Edîn, Zekîye Edîn jî wiha qala wan rojan kir: “Maşallah hatibû mala me. Hevjînê wê li Iraqê dixebitî. Hevjînê wê lêgeriya. Hevjînê wê jê re got ‘Maşallah nebî hedefa guleyan, li xwe baş binêre.’ Piştî ku telefon girt, me got were çayê vexwe. Wê got ‘Wele zarokên min li malê bi tenê ne, niha ditirsim ez ê biçim gel wan.’ Derketin hewşê. Lê bûka wê pêşiya wê derket derve. Dema ku bûka wê derket ji derve, gule lê reşandin. Dema ku bûka wê ket erdê, Maşallah kir qêrînî û ber bi bûka xwe ve çû. Ew çû hawara bûkê lê wê jî gulebaran kirin. Neviyê wê Berxwedan li ber milê wê bû. Neviyê wê jî birîndar bû. Ji ber gulebaranê destûr nedan em serê xwe derxin, cenazeyê wan heta şêvê li erdê man. Xelk serê sibehê hat û cenaze rakirin. Ew pitik di nav wan cenazeyan de sax ma. Zarok birçî mabû.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar