Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li tevahiya cîhanê 24 milyon û 628 hezar û 901 kes bi şewba gerdûnî Covît-19 ketin û di nava wan de 835 hezar û 639 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê jî 263 hezar û 998 kes bi vîrûsê ketin û 6 hezar û 209 kes jî bi vîrûsê mirin. Lê li gorî daneyên nehatin aşkerakirin tenê li Goristana Covît-19 a Amedê 540 cenazeyê kesên bi şewba vîrûsa corona jiyanaxwe ji dest dane hatine definkirin.
Li Tirkiyeyê yek ji bajarê herî zêde şewba vîrûsa lê xuya dibe bajarê Amedê ye. Li gorî daneyên Odeya Tabîban a Amedê her rojê nêzî 600 kes bi vîrûsa corona dikevin. Li goristana corona ya Amedê jî hat dîtin ku heta niha 540 kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane hatine definkirin. Li her parselekê 60 kes hatine definkirin. Heta niha li goristanê 9 parsel tev dijî gor bûne û tijî bûne. Rayedaran diyar kirin ku her roj cenazeyên nû li van parselan tên definkirin. Li beşa gorên Covît-19 ya Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê parselên nû hatin vekirin. Li van parselan ewil di 4’ê nîsana 2020’an de cenazeyê Mehmet Kadrî Balbak defin kirin.
Têkildarî mijarê Serokê SES’ê ya Amedê Şîyar Guldiken anî ziman ku li Goristana Yenîkoy ji bo kesên bi vîrûsa Covid-19 jiyana xwe ji dest dane re beşek hatiye veqetandin û wiha got: “Hêjmara kesên li vir hatine definkirin em nizanin. Lê em dikarin pir aşkera û zelal bêjin di navbera daneyên Wezareta Tenduristiyê û daneyên me de ferqek gelek mezin heye.”
Di 3 rojan de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Guldîken destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji herêmê digêjin destê wan û daneyên wezaretê pir dûrî hev in û ev tişt anî ziman: “Li tevahiya Tirkiyeyê di 3-4 rojên dawî de hezar û 400 – hezar û 500 kes bi şewbê dikevin. Lê li Amedê rojê 700-750 kes bi şewbê dikevin. 150 kes niha li beşa lezgîn tên dermankirin. Di 3 rojên dawî de tenê li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji ber şewba Covid-19 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.” AMED