PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

59 parlamenteran xwest ku endamtiya dewleta tirk a NATO’yê bê sekinandin

Li Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji 8 komên siyasî 59 parlamenteran bang li serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir ku dest bi guşarên li ser Enqereyê bikin û ji bo ku endamtiya dewleta tirk a NATO’yê bê sekinandin bikeve nava liv û tevgerê

Li Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji 8 komên siyasî 59 parlamenteran bang li serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir ku dest bi guşarên li ser Enqereyê bikin û ji bo ku endamtiya dewleta tirk a NATO’yê bê sekinandin bikeve nava liv û tevgerê.

Di bangawaziya ji bo sekinandina endamtiya dewleta tirk a di NATO’yê de wiha hat gotin: “Em li hemberî êrîşên artêşa tirk ên li dijî kurdên li Sûriyeyê û bêkarîgeriya demokrasiya Rojava ya li hemberî vê dagirkeriya ku herêmê bêewle dike, pir bi hêrs in. Em bang li Fransa û Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina vê dagirkeriyê hemû bergiriyan bigirin û bikevin nava liv û tevgerê.”

Bergiriyên ku parlamenterên fransiz pêşniyar kirin jî wiha ne:

“*Divê demildest dawî li êrîşa dewleta tirk bê anîn.

*Gelê kurd ê ku li hemberî barbariya DAIŞ’ê bi me re têkoşîna hevpar û bedelên giran dan, divê bên parastin.

*Hemû muzakereyên îhtîmalî yên dewleta tirk ên ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê, divê bên sekinandin û hemû alîkariyên fînansî yên didin Enqereyê jî divê bên qutkirin.

*Divê guşarên mîna ji ber îlheqkirina Kirimê li Rûsyayê hatine kirin, li ser Tirkiyeyê jî bên sepandin.

*Ji ber ku ewlehiya me ya hevpar dixe talûkeyê, divê endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bê sekinandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar