Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

276 rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo Rojava bang kirin

Komeke rewşenbîr, siyasetmedar, mamostayên zanîngeh û çalakvanên civaka sivîl ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku hejmara wan 276 e bi metneke hevpar bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kirin ku dawî li dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava bînin û dewleta tirk ji ber sûcên şer û dagirkeriyê bidarizînin

Komeke ji rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, mamostayên zanîngeh û çalakvanên civaka sivîl ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi metneke hevpar nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser rojavayê Kurdistanê dan.

Di metna hevpar de li dijî sûcên şer ên dagirkeran bang li sazî û dezgehên berpirs bi taybet Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî kiryarên dewleta tirk bibin xwedî helwest û ji ber sûcên şer di serî de dewleta tirk û hemû dewletên sûcên şer dikin bên darizandin. Bi berdewamî jî destûr û pîvanên mafê mirovan ên NY’yê hate bibîrxistin û hate gotin ku li gorî qanûnên NY’yê tişta ku dewleta tirk li Rojava dike sûc e û weke dagirkerî pênase kirin.

Rewşenbîr bang li civaka navdewletî, Komara Îslamî ya Îranê û Rûsyayê dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest bin. Rewşenbîran da zanîn ku dewleta tirk û çeteyên wê çekên kîmyewî bikar anîn, sivîl qetil kirin, malên gel talan kirin û dîlgirtî jî înfaz kirine. Di beşeke din a metnê tê bibîrxistin ku li gorî Peymana Cenevreyê ya 1949’an divê hemû welatên xaka dewleteke din dagir dikin û Tirkiye jî di nav de divê bên darizadin û tazmînata şer bidin. Herî dawî jî hat destnîşankirin ku divê sûcên şer li dadgeheke taybet a NY’yê bê destgirtin, şopandin û darizandin.

Ev metna hevpar a rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê û Îranê radestî Sefareta Rûsyayê û Buroya NY’yê ya li Tehranê hatin kirin.

Navên kesên îmze li binê metne danîne wiha ne:

“Setar Ezîzî, Salih Nîkbext, Yûsif Molayî, Hocet Muradî, Mehdî Hodavend, Keywan Ezîzî, Azad Eşraqî, Fatime Silêmanî, Remezan Hacî Meşhedî, Bêhrûz Kiya, Heyder Mensûrî, Maziyar Tatayî, Bêhzad Hekîmîzad, Azad Mehmûdpûr, Pêdram Ensarî, Elî Rezayî Bizar, Ebûbekir Resûlî, Ferzad Kakayî, Cemîl Ekberî, Ayet Ebbasî, Secad Xusrewî, Perîsa Xadimî, Şehîn Îsmeîlî, Elî Esxer Behramzade, Îsfendiyar Abnûs, Cemal Xizirniya, Sîrwan Hûşmendî, Azad Ezîzî, Îsmaîl Rehîmî, Saman Gelalîzade, Mehemedrehîm Ehmedî, Vehîd Xûsrewî, Muslih Qurbanî, Ibrahîm Ezîzî, Mustefa Mensûrî, Areş Kemnager, Hemîd Hatemîzade, Şîrzad Mehmûdî, Yûnis Şerîfî, Rûhulah Vekîlî, Şehab Tecerî, Ekrem Muhemedî, Tehsîn Heyderî, Husên Eşqî, Şêrko Melayî, Sûreya Efrah, Erkan Durustkar, Hamid Behramabadî, Mîtra Mîrî, Ûmra Ferûxmuradî, Irfan Afirfî, Bîjen Qemberî, Mihemed Kerîmî, Bêhrûz Nelbendî, Mihemed Dolatabadî, Muxtar Mihemedpûr, Rûstem Rehîmî, Umît Weysî, Ramîn Zahîrî, Sumeye Ekberî, Rûhulah Aramdust, Mesûd Yûsifpûr, Mihemed Ekberî Rad, Riza Şehswarî Mecd, Emîr Secadî, Arman Kiyamfer, Behmen Pîrî, Tûreç Mihemedîzad, Perwîn Reşîdî, Hesen Payêdar, Elî Omerzade, Ferzad Keremî, Arvîn Şêxî, Rehmet Emînî, Ezîz Huseynî Warêstê, Mihemed Resûlî, Ferhat Sûltanî, Seyîd Selaheddîn Mustefewî, Emîn Ferzan, Mihemednebî Silêman Nijad, Sirûş Tenhayî, Seyîd Ebas Cezayîrî, Nerîman Silêmanî, Siyabeş Muhteremî, Elî Eşref Minetî, Seher Ebasî Pai Mamî, Fatim Mîrzazade, Mihemed Elî Şêxulislamî, Areş Rûstemî, Zekerya Zahidî, Basid Ehmedî, Perwîs Emîryan, Sedîqe Muradî, Osman Muzeyem, Macid Visûqî, Mihemedriza Ehmedî, Ibrahîm Rûstemî, Ferhad Lartî, Elî Emîrî Mabeynî, Siyamek Melamehemedî, Meryem Nûrî, Xelîl Perwaz, Seîd Sadiqî, Seyîd Hêmin Mecîdî, Meysem Rizayî, Mehdî Mûsewî, Kamîl Rast Xedîv, Ferşad Îsmaîlî, Mihemed Teymûrî, Mihemed Cewad Zarayî, Semîre Nesrî, Qadir Ab Xizir, Fûad Mutevesil, Seyîd Şehavedîn Sadiqî, Elî Riza Şoca, Resûl Himetiyan, Fermen Ceferî, Mêhdî Şahmoradî, Ebdulbasid Pûrzadî, Ebas Mecîdî, Resûl Razî, Rahêlê Emînî, Mûrteza Cehanî, Peyman Radmeniş, Sîrûz Pay Fişordê, Seyîd Mihemd Ekberî, Meysem Xulamî, Mislih Ehemdî, Elî Emîryan, Ebd Mihemd Feryadiyan, Basid Semedî, Husên Heyderî, Seyîd Yezdan Huseynî, Mihemd Mihranî, Soran Fedakar, Babek Ezîzî, Bêhrûz Rostemî, Mêhdî Hatemî, Meryem Husên Koçek, Cemal Moştak, Hûşmend Elîzade, Ebad Rûhî, Zanyar Secadî, Kemal Emanî, Ferhad Vefaî, Kuruş Dadxah, Hadî Mustofî, Selma Saidî, Selah Weysî, Mesûd Ibrahîmî, Seydî Mehdî Huseynî, Merziye Evşîmpûr, Hamid Xubarî, Şehriyar Selîmî, Celay Xudayî, Husên Civar, Mîlad Melek Ehmedî, Sûmeye Keremî, Esed Merûfî, Kuruş Qemberî, Reza Pîrî, Sîrûz Emîrî, Elî Silêman Cehan, Sara Silêmanî, Yezdan Golmihemedî, Yehya Emînî, Gezîzê Elayî Erdelan, Mêhdî Rezimger, Yûsif Talê, Ferzad Husyenpenahî, Ehmed Kerîmî, Azad Rizayî, Seîd Xanî, Emîr Reşîdî, Rizgar Muradî, Ebdulbasid Resûlî Azer, Heyder Xudamuradî, Yûsif Yarmuhemedî, Peyman Selamî, Şerafed Kerîmî, Mêrhdad Xulamî, Mensûr Salihî, Berzan Behramî, Yedûlah Mûradqolî, Yasîn Mîrsazî Kelhor, Mihemedzad Esedzade, Zahid Şakirî, Hisên Xizîrî, Neqib Şebaniyan, Bextiyar Ciwahîrî, Mûrad Ehmednesb, Hidayet Qadirî, Mesûd Heyderî Zade, Şehram Kebûdved Pûr, Behzad Îzdî, Heşmed Rehmanî, Eslan Necfkiya, Nerîman Golî Zade, Cehfer Ebduleh Zade, Abdulah Cîhan bîn, Mihemed Şîrazî, Biharê Zerefşanî, Emîrelî Sadiqî, Hemîd Talibî Qadîkeliyî, Hamid Darabî, Mesûd Zemîran, Ekber Wîzwarî, Arif Kerîmî, Emîd Îqayî, Elif Şeraf, Hûşmend Elîzad, Elî Saknî, Ebdulbasit Ezîzî, Mehdî Xezayî, Mehdî Weşemgîr, Ferdîn Ehmedî, Mehmûd Kuşş Seba, Fethullah Heqanî, Rehîm Rehîmî, Îbrahîm Remezanî, Ednan Hesen Pûr, Kamûran Helîmî, Elî Remezaniyan, Hamid Darayî, Keywan Celalî, Ibrahîm Talibî, Sîrwan Bedêzade, Osman Ezîzî, Mûxtar Zaraî Kemanger, Bextiyar Dunyadîdê, Hemîd Mûqadesî, Sîrwan Nedîmî, Kamiran Kesrayî, Hanî Qadirî, Seyîdmurad Mûsewî, Ebduletîf Veledbêgî, Menîjê Zîbayî, Oveys Rasixrad, Esed Erdelan, Turan Zendî, Kazim Îmanzade, Azad Felahî, Necmedîn Cebarî, Esed Şêxî, Nermîn Ezîzî, Mehmûd Çelebî, Qadir Ezîzî, Ekber Nemazî, Seîdehmed Ezîzî, Mûstefa Bêgî, Mecîd Necefî, Hêriş Hedadî, Hingamê Qubadî, Sedîq Kerîmî, Şûkrî Hesenzade, Cotyar Reşîdzade, Mêhdî Zimistanî, Ekber Serdarzade, Ihsan Asa, Ehmed Feligerî, Mihemed Ibrahîmî, Mêhdî Kurd, Emîr Xezalî, Mihemed Xalid Nebîniya, Golebax Resûlîpenah, Islam Ebasiyan, Babek Kerîmî, Ferzad Heyderî, Firêdûn Felahî, Tirfê Resûlîpenah, Awat Resûlîpenah, Rûnak Reûlîpenah, Sedîqî Hucetpenah, Heyder Muzaferî, Yaver Vefaî, Ferîbors Fethî, Ixbal Mehdîzade.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar