Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li dijî kuştina jinan li Amedê meş pêk hat

Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê jinên Amedê li dijî tundî û kuştina jinan daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman

Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosaye, duh meşek hat lidarxistin û tundî û kuştina jinan hat şermezarkirin. Jinên amedî li Xaçerêya Dunyayê li hev kom bûn û heta Parka Roboskî meşiyan û li vir daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Remziye Tosun, Dersîm Dag, Feleknas Uca, hevşaredarên HDP’ê, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên Komeleya Rosayê, Platforma Jinan a Amedê (DAKP), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Partiya Sosyalîst ên Bindestan (ESP) tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de ev tişt hate gotin: “Emîne ya ku li Kirikkalê, Tugba ya ku li Konyayê, Munevver û Halîse Narîn ku li Farqîna Amedê, Emel a ku li Êlihê û Emîne ya ku li Patnosa Agiriyê hatiye qetilkirin, em ji bo hemû jinên ku hatine qetilkirin dimeşin. Em bi hêrs in, ji ber hiqûqa we ne bi edalet e. Bi qanûna 6284’an û peymana Stenbolê û CEDAWê mafê ku hatine dayîn nakevin meriyetê. Bi ser de jî bi polîtîkayên bê ceza û êrîşên li hemberê destkeftinên jinan hûn şirîkên van qetlîaman in.

Em bi hêrs in, ji ber mirovên ku bi rojan e mafên xwe yên demokratîk tînin ziman, bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Her wiha jinên ku biryara mafên wan bên parastin hene jî dîsa nayên parastin.

Bi bedelên giran ku pergala hevserokatiyê me anî her rêveberiyê, hûn dixwazin wê jî krîmînalize bikin. Hevserokatî ji bo rêveberiya demokratîk rê ye. Ji bo me jêneveger e.  Pergala qeyûmtiyê dixwaze sîstema hevserokatiyê û destkeftinên jinan tune bike. Dixwazin jinan ji qadên siyasî, aborî û civakî dûr bixin. Pergala qeyûmê mafê jinan talan dike. Em dev ji mafên xwe, dev ji destkeftinên xwe bernadin.

Em bi dengekî bilind bang dikin. Kuştina jinan polîtîk e. Em naxwazin bimirin. Em bangî jinan dikin, werin bi hewldana jinan, mafên ku me bi dest xistine, em bi hev re lê xwedî derkevin. Em li ber xwe bidin û em berxwedan û têkoşîna xwe mezinbikin.”

Her wiha çalakiya jinan bi tilîlî û çepikan bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar