Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan

Ji jinên li Amedê hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin, 9 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li jinekê jî cezayê hepsa malê hat birîn û dema binçavkirinê ya 8 jinan jî 48 saetan hat taloqkirin

Li Amedê di 5′ nîsanê de 22 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên hatin binçavkirin duh 16 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok, şêwirmenda çapemeniyê ya Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn Gûrbet Ozel, şêwirmenda berê ya Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dagê Leyla Akgul, Hasîbe Akçay, Dayika Aştiyê Nezahat Teke, nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer, Ayşen Kanûş, Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP’ê Zeynep Uren, Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîm Bîçîcî, Eylem Ceylan, Nalan Ozen û Hayat Akyol sewqî dadgehê hatin kirin.

6 jin hatin girtin

Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal, Şehrîban Zûgûrlî û Fîgen Aras girt.

Dadgehê Zeynep Uren, Eylem Ceylan, Sevîm Bîçîcî, Bêrîtan Canozer, Gûrbet Ozel, Şîlan Elmas Kan, Nalan Ozen û Hasîbe Akçayê jî bi şertê kontrola edlî berdan. Li Nezahat Tekeyê jî cezayê hepsa malê birî.

Hevseroka HDP’ê ya Çinarê ya berê Hayat Akyol jî danê sibehê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Dema binçavkirina 48 saetan hat taloqirin

Aktîvîstên TJA’yê Zelal Bîlgîn, Emîne Kaya, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakûş Ûlûg, Rûken Bekalp, Hevseroka HDP’ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û Rabîa Tekas hîn di bin çavan de ne û dema binçavkirina wan 48 saetên din jî hat taloqkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar