Li Wanê sê jinên kurd ên şoreşger Sêvê Demîr, Fatma Uyur û Pakîze Nayir ku 4’ê Çile ya 2016’an li Silopya dema berxwedana xwerêveberiyan de ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê ji aliyê MÎT’ê tirk ve hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîna ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê ve hatibû hazirkirin, mûm û qerefîl li rex wêneyên 6 jinan hatin danîn. Gelek kes tev li bernameyê bû.
Hevseroka navçeyê ya Tûşbayê ya HDP’ê Edîbe Babarû di bîranînê de axivî û got ku ew di ber azadiya gelê xwe de bêyî ku dudilî bibin çûn û mîrateya azadiyê ya biqasî gerdûnê mezin ji jinan re hiştin.
Di bernameya bibîranînê de sînevîzyonek têkilî têkoşîna jiyana wan hat nîşandan û helbest hatin xwendin. WAN