Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de ye

Gulîstan Al ku li Edeneyê hat girtin, ji Girtîgeha Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Dîlokê ya girtiyên siyasî lê tune ye hat kirin. Hat diyarkirin ku Al, 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin

Gulîstan Al, di gulana 2017’an de li Edeneyê hat girtin û wê şandin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê. Paşê sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hat kirin. Hat diyarkirin ku ji ber lêpirsînên dîsîplînê zêdetirî 2 sal in cezayê hevdîtinê lahtiye birîn. Al, 6 meh in li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne.

Dayika wê Emîne Al, diyar kir ku keça wê 6 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne. Al bilêv kir ku zêdetirî 2 sal in cezayê hevdîtinê li keça wê hatiye birîn û ji xeynî rojên taybet nikare keça xwe bibîne. Al anî ziman ku ji xeynî keça wê li girtîgehê girtiyên siyasî tune ne û got: “Li Girtîgeha Osmaniyeyê û girtîgeha niha 2 sal û nîv cezayê hevdîtinê li keça min hatiye birîn. Ji xeynî rojên cejna û rojên taybet em nikarin biçin hevdîtinê. Di sersalê de hevdîtin heû lê belê ji ber roja danişîan wê bû me nikaribû wê bibîne. 6 mehan me keça xwe nedît. Di cejnê de em çûn girtîgehê lê tenê me nîv saet wê dît. Herî dawî jî di Cejna Qurbanê de em çûn.”

Emîne Al diyar kir ku çavên keça wê nerihet in û ji bo vê gelek caran wê birine nexweşxaneyê lê belê ji ber muayeneya bi kelmeçe lê hatiye ferzkirin keça wê muayene qebûl nekiriye û ji ber vê careke din neçûye nexweşxaneyê.

Al anî ziman ku 15 rojan carekê gardiyan davêjin ser odeya keça wê û dest datînin ser hin amûrên wê. Al diyar kir ku ji ber nivîsa li ser tabloya ku keça wê xêz kiriye nehatiye famkirin dest danîne ser tabloyê û pirtûk û naameyên dişînin jî piştî çend mehan didin wê.

Al diyar kir ku daxwazên keça wê yên ji bo sewqkirinê jî nayên qebûlkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar