Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye û ji 25’ê adara 2021’an heya niha tu agahî nayê girtin. Bi Rêber Apo re agahî ji Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatibû birîn.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3’yê gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzer der barê sedema ceza de tu agahî bi dest nexistin. Îtirazên der barê biryara navborî de hatin redkirin. Parêzer, piştî biryara qedexekirinê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Bi vê biryara dawî re, di 8 salên de wî de herî kêm 13 caran biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.
Bi heman biryaran hevdîtinên bi malbatê re jî tên astengkirin.