Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn

Li Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” beşdarî çalakiyên KCD’ê bûyîn, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Navenda Nûçeyan

Danişîna doza bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku bi hinceta di sala 2018’an de beşdarî çalakî û bernameyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûyîn hatibû kirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta Aktar beşdarî çalakiyên KCD’ê bûye, 6 sal û 3 me cezayê girtîgehê lê birî.

Aktar beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wî Resûl Tamûr û Semra Balyan di danişînê de amede bûn. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, destûr nehat dayîn ku kes danişînê bişopîne.

Parêzerê Aktar Resûl Tamûr, li dijî mutalaya dozger parastin kir. Tamûr, diyar kir ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike û da zanîn ku delîlên di dosyeya muwekîlê wî de, ne li gorî rê û rêbazê hatine berhevkirin. Temûr, dest nîşan kir ku tu eleqeya axaftin û nivîsê maîlê yên muwekîlê wî, bi rêxistinê re tuneye û beraeta muwekîlê xwe xwest.

‘Bi pîvana hiqûkê ve ne girêdayî ye’

Parêzer Semra Balyan jî, li dijî nêrîna dozger ev parastin kir: “Di guhdarkirina muwekîlê min û şopandina wî ya teknîkê de, bêhiqûqî heye. Delîlên bi vî awayî hatine girtin, nabe ku bên esasgirtin.” Balyan, di dawiya paratina xwe de, beraeta muwekîlê xwe xwest.

Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir û xwest Aktar bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bê cezakirin.

 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê

Dadgehê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Aktar birî û ji sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî biryara beraetê da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar