Navenda Nûçeyan
Doza ku di derbarê Ayşegul Dogan de bi idaya beşdarbuna hevditinên di çarçoveya çalakiyên rojnamegeriyé de, beşdarbuna çalakiyén Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi îdaya “endamtiya rêxistin “ haitibû vekirin îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşegul Dogan beşdarî daneşînê nebû. Lê Parêzerên wê Mehmet Emin Aktar û Emel Ataturk li daneşînê amade bûn.
Dozger ceza xwest
Meqamê idiayê mutalaya xwe ya di derheqê esas de rave kir, bal kişand ser çalakiyên KCD’ê û îda kir ku Ayşegul Dogan di Komisyona Meclisa Daîmî, Çand û Perwerdeyê ya KCD’ê de cih girtî ye û bi îdaya “endama rêxistinê ye” daxwaz kir ku Ayşegul bê cezakirin.
Parêzerên ku li dijî mutalayê parastin kirin diyar kirin ku muwekîla wan weke rojnameger tevli xebatên KCD’ê bûye, ne endama rêxistinê ye û daxwaza tehliyeya wê kirin.. AMED