Li Sûr a Amedê 6 tax, piştî dorpêçê û şerê 103 rojan berdewam kir, hezar û 461 roj in qedexeya ketin û derketinê berdewam dike. Piştî şer taxên dîrokî ku hatin xerakirin, li şûna arkeolog lêkolîn bikin, mutahît bi kepçe û dozeran ketin û dest bi xerakirinê kirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê, piştî daxwaza ‘Xweseriya Cewherî’ di sala 2015’an de hat îlankirin, rayedarên hikûmet û dewletê biryara dorpêçê dan. Li ser vê yekê Walîtiya Amedê gelek caran biryara qedexeya derketina kolanan da û Sûr gelek caran hat dorpêçkirin. Walîtiyê ewil di 24-25’ê mijdara 2015’an de derketina kolanan qedexe kir. Piştî qedexe bi dawî bû, di 28’ê mijdara 2015’an de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Ling bi daxwaza operasyon bi dawî bibin û dorpêç bi dawî bibin daxuyanî da. Lê di dema daxuyaniyê de Elçî li ber Mînareya Çarling hat kuştin. Piştî Elçî hat kuştin, walîtiyê di 2’yê Kanûna 2015’an de li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş dîsa biryara ‘Qedexeya derketina derve’ îlan kir. Piştî qedexeya derketina derve polîs, tîmên tevgera taybet û leşker bi tang û topan navçe dorpêç kir û ev dorpêç 103 rojan berdewam kir. 103 rojan leşker û polîsan bênavber li ser navçeyê û taxan top û gule barandin. Piştî şer bi dawi bû jî qedexeya li ser 6 taxên Sûrê hêj didome. 6 taxên ku beriya şer nifûsa wê 22 hezar û 323 kes bûn, niha qedexe ye û piştî bi kepçe û dozeran tev hat xerakirin û niha mutahît înşaetên beton ava dikin.
Li Sûrê piştî şerê 103 rojan, li gorî daneyên walîtiyê 2 serpêl, 2 texmen, 53 leşker, 17 polîs û yek cerdevan bi giştî 71 erkdarên dewletê hatin kuştin. Heri kêm 392 leşker, 128 polîs û 3 cerdevan bi gişti 523 kes jî birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de 73 endamên YPS û YPS-Jin jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiyên li dijî dorpêçê de jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di şer de warên dîrokî yên wekî Mizgeftên Kurşunlu, Hacı Hamit, Hemama Paşa, Mala Mehmet Uzun, Dêra Katolik a Ermeniyan, Mînareya Çar Ling, zirararên mezin dîtin. Piştî çalakiyên li Sûrê bi dawî bû, di sibat û adara 2016’an de di nav de parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun 40 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 32 kes hatibûn girtin. Niha der barê 19 jê girtî 40 kesan de bi îdiaya ‘Yekitiya dewletê xera kirine” û ‘Endamtiya rêxistinê’ li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz berdewam dike. Danişina ewil di 28’ê Kanûna 2017’an de dest pê kir. Danişîna herî dawî jî di 8’ê Cotmeha 2019’an de hat dîtin.
Ji sedî 62 tax hatin xerakirin
Lijneya Wezîran li semta Surîçî ya navçeya Sûrê di nava 7 hezar û 714 parselan de, der barê 6 hezar û 292 parselan de, di 21’ê Adara 2016’an de biryara ‘Îstimlaqa lezgîn’ dabûn. Piştî vê biryarê dest bi xerakirina avahiyan kirin. Taxên ku di nava 103 rojan de ji sedî 10 xera bûn, piştî şer ji sedî 62’ê bi biryara Lijneya Wezîran bi kepçe û dozeran hatin xerakirin. Wê demê Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu gotibû ‘Dê bibe wekî Toledo’ û pesnê xwe dabûn. Piştî 4 sal derbas bûn, mîmarî û avahiya Sûrê ya xweser tev hat rûxandin û niha li şûna wê avahiyên li dijî mîmarî û rengê Sûrê yên betonî hatine avakirin.
Qedexe hêj didome
Sûr heta niha ji sedî 72 hatiye hilweşandin û tenê ji sedî 28 li ser peyan maye. Hezar û 461 roj in qedexeya li ser 6 taxan berdewam dike. Li 6 taxan warên dîrokî û avahiyên di şer de nehatin xerakirin piştî şer bi dozer û kepçeyên înşaetê hatin rûxandin.
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê Dogan Hatun diyar kir ku wan li ser rewşa Sûrê rapor amade kirin û di raporan de jî hat dîtin ku Sûr ji sedî 10 di şer de hat xerakirin û ji sedî 62 jî piştî dorpêçê hat xerakirin û wiha got: “Pişti qedexe bi dawî bû, pêvajoya xerakirinê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de nexşeya Sûrê winda bû. Ev hilweşîn û windakirina vê nexşeyê bi destê dewletê bi zanebûn pêk hat. 6 tax bi destê dewletê ji ser nexşeyê hat rakirin. Sûr di nava 103 rojan de nehat xerakirin. Sûr di nava 4 salên dawî de hat xerakirin. Piştî şer bi dawî bû zêdeyî 10 caran me serlêdan kir û me xwest biryara Lijneya Wezîran bê betalkirin. Lê hemû serlêdanên me hatin redkirin.
Hevalên me xwestin qadên SÎT’ê yên ku hatine qedexekirin bi amûrên arkeolojik ên wekî firçe, tevşo, biviran mudaxaşe bikin. Lê wan bi dozer û kepçeyan mudaxale kirin û berhemên dîrokê winda kirin. Li şûna ku arkeolog, endezyar û mimar têkevin nava Sûrê û lêkolîn bikin, muteahît ketin nava navçeyê û dest bi înşaetê kirin. Li şûna mîmariya Amedê ya kevirên kesk û reş, li dijî mîmariya resen niha bi tuglayan xaniyan ava dikin. Li şûna kevirên bazalt kevirên ji Qeyseriyê anîne. Mîmariya resen a Amedê winda kirine. Armanca wan ne parastin û pêşxistina dîrokê ye. Armanc rant e. Dixwazin çend endezyar û mutahîdên hevkarên xwe dewlemend bikin. Armanc ne parastina nexş û rûyê navçeyê ye. Xaniyên ku hatine avakirin jî ne li gorî butçeya gelê Sûrê ye. Her xaniyekî bi 600-700 hezar TL difiroşin.”
600 xaniyên bi tescîl
Hatun destnişan kir ku li şûna warên dîrokî bên parastin bi zift û betonê ser wan girtin û ev tişt anî ziman: “Tişta li Sûrê têkirin, ew e ku Sûrê tune bikin û tola xwe hilînin. Em rêxistinên pîşeyî li dervê sînor hiştin. Tu gotin û pêşniyarên me li ber çavan nehatin gritin. Li Sûrê nêzî 500-600 xaniyên bi tescilî hebûn.”
Bi darê zorê derxistin
Mehmet Keskîn ê 65 salî ku mala wî li taxa Hasirli ya Sûrê bû û piştî qedexeyê mala xwe vala kir, anî ziman ku li vêta mezin bû û wiha got: “Em bi zorê ji warê me derxistin. Xaniyê me xera kirin. Gotin em dê alîkariya kirê bidin, niha alîkariya kirê jî ji ser me qut kirin.”
Welatî Emrah Kaçmaz ê mala wî li taxa Alîpaşa bû jî wiha got: “Xaniyê me xera kirin. Gotin ‘Em ê bikin Toledo’. Em naxwazin warê me bikin wekî cihên din. Di cihê berê de dîrok hebû, çand û jiyan hebû. Cihê me yê berê bi 30 hezar tl kirîn û niha bi 450 hezar tl difiroşin me.” AMED