Rohat Ararat /
Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de hin rojên girîng hene. Ew roj in ku ji bo Tevgera Azadiyê û gelê kurd bûne mîlad. Wekî mînak; 27’ê Mijdarê, 15’ê Tebaxê, 1’ê Hezîranê û hin rojên lehengiyê bi xwe re pêvajoyeke nû daye despêkirin. Hin ji wan jî wekî pêngav tê pênasekirin. Pêngava 15’ê Tebaxê û Pêngava 1’ê Hezîranê. Ev her du pêngav di dîroka çekdarî ya Têkişîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de bêhempa ne. Bi minasebeta Pêngava 1’ê Hezîranê emê li ser pêvajo û wateya wê ya ji bo Tevgera Azadiyê û gelê kurd rawestin.
Beriya ku em pêngava 1’ê Hezîranê binirxînîn, li pêvajoyê binêrin ku çi dibû.
Ji roja damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û heta roja îro hêzên serdest nexwestin ku rojekê jî ev tevger li ser piyan bimîne û her tim bi komployan xwestin têk biçe. Di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de Komploya Navneteweyî pêk hat. Bi Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo re li hemberî gelê kurd jî polîtîkayên tunekirinê bi dijwarî hatin meşandin. Ev bi awayekî aşkera xuya bû ku di kesayetiya Rêber Apo de, dewleta tirk xwest gelê kurd tune bike. Ev komploya bêbext di esasê xwe de li dijî têkoşîna salan a ku nirxên hatibû avakirin bû. Lewra Rêber Apo li hemberî pergala kapîtalîzmê têkoşînek bêhempa dimeşand. Ji bo li hemberî vê qergala kapîtalîst gelê kurd û hemû gelê bindest biparêze û pergalek demokratîk a ji bo hemû gelan pêş bixe felsefeyek û paradîkmayek pêşxist. Ev yek jî bû tirs û xofek mezin di dilê hêzên hegemonîk de. Li ser vê yekê xwestin di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiyê û nirxin ku hatine pêşxistin têk bibin. Ev komployeke navneteweyî bû. Piştî dîlgirtina Rêber Apo hin hesabên şaş hatin kirin. Gelek derdor û tasfiyekarên ku ji vê komployê fêm nekirin ketin nav hewldanên qirêj û hesabên dij exlaqî. Derdorên tasfiyekar xwestin Tevgera Azadiyê têxin bin qontrola xwe û gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê ew exlaq û çanda ku Rêber Apo bi PKK’ê dabû avakirin destûr neda vê yekê.
Li aliyekî dewleta tirk, li aliyê din hêzên herêmî yên wekî PDK’ê û li aliyê din xayînên di nav PKK’ê de dixwestin rojekê beriya rojekê ev mîrateya bi keda Rêber Apo û xwîna şehîdan derketiya holê berbelav û tune bikin. Dewleta tirk a ku li dijî gelê kurd polîtîkaya tunekirin û tunehesibandinê dabû destpêkirin li dijî vê polîtîkayê, PKK’ê jî ev pêvajo nirxan û bi deklerasyonekê ji dewleta tirk xwest dawî li van polîtîkayan bîne. Di deklarasyonê de ev tişt dihat gotin; ‘Divê tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin, vîna gelê kurd bê qebûlkirin, pêşî li çareseriya demokratîk bê vekirin, hejmara zêde ya artêşa tirk ji Kurdistanê derkeve, OHAL li herêmên Kurdistanê bi temamî bê rakirin, operasyonên li dijî HPG’ê rawestin, dijwariya li hemberî gel û pergala cerdevaniyê bê rakirin.’ Ji ber ku artêşa tirk bi operasyon, zext û dijwariyê bersiv da vê deklarasyonê, HPG’ê jî dest bi Pêngava 1’ê Hezîranê kir. Pêngava 1’ê Hezîranê bi pêş xist û dawî li agirbesta 5 salan anî. Pêvajoya agirbestê ya di îlona 1998’an de li ser hewldana Rêber Apo dest pê kir, di 28’ê gulana 2004’an de bi deklarasyona Konseya Fermandaran a HPG’ê agirbest hat bi dawîkirin.
Pêşiya gelê kurd û Tevgerê ronî kir
Jixwe ya pêwîst jî ev bû. Nexasim dewleta tirk ji zimanekî din fêhm nedikir. Li pêşberî daxwazên çareseriyê bi şer û êrîşan bersiv dida. Li dijî vê konsepta dijmin a marjînalkirin, rizandin û gav bi gav tasfiyekirina tevgerê, biryar li ser Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî hatibû dayin. Lewma jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ev biryar girtibû û dest bi pêngaveke wiha kiribû. Di heman demê de Pêngava 1’ê Hezîranê di demek ku tarîtiya mezin a li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê de pêş ket. Ev pêngav, bû şewq û pêşiya gelê kurd û Tevgerê ronî kir. Di heman demê de ev hemle li hemberî ew hêzên tarî yên ku digotin, ‘êdî nikare serê xwe rake û me wan winda kir’ de pêşket. Bi Pêngava 1’ê Hezîranê re hêzên HPG’ê derbasî bakurê Kurdistanê bûn û li dijî şerê taybet û tecrîda li ser Rêber Apo, di çarçoveya ‘Parastina Rewa’ de dest bi çalakiyan kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vê pêngavê re derbên giran li dagirkeran xist. Her wiha ji bo Şervanên Azadiyê û gelê kurd jî Pêngava 1’ê Hezîranê bû moralekî mezin.
Armanca pêngavê
Em bala xwe bidinê bê ev pêngav risteke çawa lîst; Di 1’ê Hezîrana 2004’an de li dijî konsepta tunekirin û tunehesibandinê di çarçoveya Komploya Navneteweyî de hamleyek dîrokî hat pêş xistin û ji bo pêvajoya tunekirinê ya dijmin bû bersiveke mezin. Lewra di rewşa agirbestê, ligel polîtîkayên tunekirinê yên li dijî Tevgerê li hemberî gerîla jî operasyonên mezin dihatin kirin. Armanca Pêngava 1’ê Hezîranê, pûçkirina van pêkanînan bû. Bi destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîranê re di nava hemû Tevgera Kurd de moral û coşekê mezin rû da. Bi van çalakiyan re polîtîkayên dewleta tirk hatin pûçkirin. Bi pêngavê re PKK’ê gaveke xurt avêt. Ev gav bi birdozî û felsefeya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dest pê kir û di serî de dewleta tirk nîşanî hemû hêzên mêtînger da ku PKK neqediya ye. Vê pêngavê nîşanî kurdên noker û hêzên mêtînger jî da ku PKK têkneçûye. Pêngav ji bo azadiya gelê kurd û Rêber Apo dest pê kir. Êdî bi vê pêngavê re pirsnîşanên di mejiyên her kesî de bersiva xwe girtibû.
Girîngiya 1’ê Hezîranê û 15’ê Tebaxê
Lazime ku mirov girîngiya pêngavên ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê baş fêhm bike. Pêngava 1’ê Hezîranê berdewama Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd li dijî hêzên mêtinger bû, Pêngava 1’ê Hezîranê jî bi heman rengî pêngavek li dijî hemû hêzên mêtinger bû. Çawa ku Fermandarê Mezin Mehsum Korkmaz (Egîd) li Dihêya Sêrtê li hemberî çete û tasfiyekaran pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin û artêşbûn pêşxist û da xuyankirin ku PKK hêzê parastina Kurdistanêye ku dê li hemberî dagirker û mêtingeran serî netewîne û gelê kurd ji destê mêtinger û dagir keran azad bike. Fermandarên mezin Erdal û Adil jî bi Pêngava 1’ê Hezîranê ev hêza PKK’ê nîşandan û PKK li hemberî hemû planên qirêj ên hêzên navnetewî, Tirkiye û tasfiyekaran bi awayekî ji xwe bawer derket ser dika dîrokê. Bi Pêngava 1’ê Hezîranê re PKK bû hêza ku êdî kes nikare li pêşberî wê raweste û planên xwe yên tunekirin û tunehesibandinê li ser gelê kurd pêk bînin. PKK’ê ev yek bi hemû cîhanê da hîskirin.
Her kesî êdî hêza Rêber Apo û PKK’ê baş didît
Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî tecrube û mîrateyeke dîrokî a têkoşîna azadiyê ye. Him dema têdeyî, him jî paşeroj û pêşerojê li ser perspektif û pêşbîniyên Rêber Apo baş dixwîn e. Li gorî rewşê pêşxistiyan taktik û stratejiyan hemû planên serdestan vala derdixe. Hêzên navneteweyî û komplogerên her tim dixestin gelê kurd tune bikin bi Pêngava 1’ê Hezîranê dîtin ku êdî nikarin li Kurdistanê planên xwe têxin dewrê. Lewra Tevgera Azadiyê nîşan da ku dê li hemberî vê pergalê têbikoşe û hemû lîstakên ku li ser gelê kurd û civakê tê lîstin vala derbixe û azadiya gelan pêk bîne. Pêngava 1’ê Hezîranê ku li qadên gerîlayan dest pê kir li hemû Kurdistanê bi serhildan û berxwedana gel geşbû. Ev pêngav ji bo gelê kurd bû kelecanek mezin. Wekî ku PKK ji nû ve ava bûbe û dest bi têkoşînê kiribe. Lê gel ev têkoşîna ku bi salan PKK’ê li hemberî hêzên dagirker dabû meşandin û dimeşand jibîr nekiribû. Lewra gelê kurd vê yekê dizanîbû ji dîroka xwe. Li hemberî dagirkeran gelek caran serhildan pêşketin û gihaştin asteke ku gelek bi hêz. Lê her tim jî rêber û pêşengên van serhildanana bi awayekî komplowarî dihatin tasfiyekirin û piştî vê tastiyekirina hêviyên gel dişikiyan. Lê Tevgera Azadiyê ev hesabên dagirker, mêtinger, komploger û tasfiyekaran vala derxistibû. Her kesî êdî hêza Rêber Apo û PKK’ê baş didît.
Pratika têkoşînê ispat e
Ne tenê di warê teoriye de, di warê pratîkî de Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji bo hemû gelên bindest bû hêviyek xurt. Bi taybetî jî bi saya Pengava 1’ê Hezîranê baweriya berxwedan û têkoşînê hat gelê kurd. Gelê kurd dît ku tu hêz nikare li hemberî Rêber Apo û PKK’ê raweste. Di lêgerîna çareseriya pirsgirêka kurd de pêşveçûnên girîng çêbûn. Gelê kurd bi pêngava 1’ê Hezîranê bi awayekî ji xwe bawer daketin qadan. Hemû hêz û qadroyên PKK’ê nîşan da ku ji niha û şûnde tu hêz nikare li hemberî wan rawestin. Bi taybetî jî bi Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2011’an de pêş ket. Her wiha azadî, parastin û xwerêveberiya xweser a Şengalê ispata vê ye.
Çand û birdoziya PKK’ê
Li ser vê yekê di esasê xwe de ev pêngav li ser sekn, berxwedan û perspektîfên Rêber Apo pêş ket. Rêber Apo di rastiya xwe de dabû xuyakirin ku dê qadroyên vê Tevgerê çawa dikare li hemberî tasfiyekar û hêzên dagirker raweste. Şehîd Adil û Erdal jî wekî fermandarê nemir Egîd li ser xeta Rêber Apo meşiyan û di cih de bersiva herî tund di qada şer de da dagirker, komploger û tasfiyekaran. Ew kesên ku di Komploya Navneteweyî de cihe xwe girtin ên wekî Ferhat û Botan ku xwestin PKK’ê tasfiye bikin ji aliyê rêhevalên Rêber Apo ve hatin teşîrkirin û reviyan. Ji ber vê yekê Pêngava 1’ê Hezîranê bi qasî pêngaveke leşkerî, di heman demê de pêngaveke îdeolojîk e. Bi Pêngava 1’ê Hezîranê re tasfiyekarî hat tasfiyekirin.
Lewra çand û birdoziya PKK’ê rê nedida kesên bi vî rengî xwe bidin jiyandin û qirêjiya xwe li nav vê partiya pîroz bidin jiyankirin. Heke gelê kurd destkeftiyên mezin bi dest xistibe, divê em vê baş zanibin ku bi saya berxwedan û sekna Rêber Apo û pêngava 1’ê Hezîranê pêk hatiye. Bi bedel û fedekariya gel ev pêk hatiye ji ber vê jî geşedanên îro berhema 1’ê Hezîranê ye.
Pêngavên ji bo jiyana nû
Îro 1’ê Hezîranê ye. Pêngava; ji nû ve rabûna ser piyan e. Niha em di reyşeke ku karibin bi felsefeya Rêber Apo çarenûsa xwe diyar bikin dene. Wekî pêngava 1’ê Hezîranê ya ji nûve rabûna ser piyan, di roja me ya îro de jî li dijî hemû hêzên hegemon, NATO, dewleta faşîst ya tirk û xayînên mîna Barzaniyan xwedî derketin û tevlibûna Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo civakê ew qas girîng û watedar e. Lewra di vê pêvajoya ku di şerxsê PKK’ê de biryara tunekirina gelê kurd hatiye dayîn divê di serî de gelê kurd, gelê azadîxwaz, aştîxwaz û wekhevîxwez bi piştgirîdayîna PKK’ê dikare çarenûsa xwe jî diyar bikin. Nexwe heke ev hêzên faşîst bi ser bikevin an jî Tevgera Azadiya Kurdistanê lewaz bikin dê li erdnîgariya Kurdistan, Tirkiye û heta Rojhilata Navîn tu kes nikaribin behsa pêşerojeke azad bikin. Di vî şerê ku PKK di şexsê dewleta dagirker a tirk de li dijî hemû hêzên hegemon û emperyal dimeşîn e dê ne tenê çarenûsa gelê kurd dê çarenûsa gelên Rojhilata Navîn jî bê diyarkirin.
Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî
Her wiha girîng e ku em bi bîr bixin li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezarînê ya di sala 2004’an de pêş ket di sala 2010’an de veguherî qonexeke din. Lewma di 1’ê Hezîrana 2010’an de jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî derbasî qonaxeke nû bû. Êdî gelê kurd jî beşdar têkoşîna azadiyê bûbû. Şerê Gel ê Şoreşgerî ku ji sala 2015’an û vir ve di asta herî bilind de ye sedemek xwe heye. Lewma jî çavkaniya xwe ya sûdwergirtinê ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê ye. Di roja me ya îroyîn de jî li çar parçayê Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirker û tunehesibandinê yên hêzên serdest û hegemon gelê kurd û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê 1’ê Hezîranê têdikoşin, li ber xwe didin. Lema jî ev ruhê PKK’ê û lehengên azadiya Kurdistanê daye avakirin hêviyeke mezin dide gelê kurd. Ger îro di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê û li tevahiya Kurdistanê şerê hebûn û azadiyê tê meşandin, şervanên kurd li dijî dijmin şerekî fedaî yê bêhempa dimeşîn e, bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê, Pêngava 15’ê Tebaxê û ruhê hemû şehîdên azadiya Kurdistanê ye. Em wekî welatparêzên kurd ji têkoşîna gerîla ya li ser vê bingehê pêş dikeve piştrastin ku serketinê misoger bike. Her wiha em di wê ferqê de ne ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê temînata mayindebûna xeta Rêber Apo û serketinê ye. Heke di roja me ya îroyîn de li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê ku em di qonaxa Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de bin pêwîste wekî gelê kurd, welatparêzên kurd di vê qonaxa dîrokî de bi rista xwe rabin. Ji bo serkeftina têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê bi azadiya kurd û Kurdistanê tacîdar bibe pêwîste her kurdek bi berpirsyarî tev bigere.