Di 13’ê Mijdara 1960’an de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo yê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 283 zarokên kurd li Sînemaya Amûdê hatin kuştin. Di ser vê komkujiyê re 62 sal derbas bû û hîna jî ev komkujî di bîra gelê kurd de ye. 500 zarokên kurd di jiyana xwe de wê cara yekemîn li Sînemaya Şehrazad a Amûdê fîlmê “Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcên Nîvê Şevê)” temaşe bikirana. Ev fîlm mijara xwe ji şoreşa Cezayîrê digirt û Misrê ev fîlm çêkiribû. Piştî ku fîlm dest pê kiribû û di nava fîlmê de agir bi perdeyê ketibû û piştre belavî tevahiya eywanê bûbû. Di dema şewatê de du deriyên teng ên eywana sînemayê ya 130 metrekare jî girtî man. Sînemaya ku avahiyeke axşeb bû, agir pê ket û di demeke kin de hilweşiya. Di şewatê de 283 zarokên 8-14 salî jiyana xwe ji dest dan. Der barê vê bûyerê de jî lêpirsîn nehat kirin. Piştî bûyerê yekser rayedarên Sûriyeyê gotin, “Ev qeder e. Tiştekî bê kirin tune ye” û diyar kir ku şewata sînemayê ji ber şaştiyekî teknîkî derketiye. Lê belê di dema bûyerê de tu ji teknîsyen û xebatkarên sînemayê zirar nedît, leşkeran mudaxele nekir, derî hatin kilîtkirin û lêpirsîn nehat kirin. Ev jî delîlekî komkujiyê ye.
Li Baxçê Pakrewan ku li ser cihê eywana sînemayê hatiye çêkirin, wêneyê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî (1928-1960) ku di dema komkujiyê de gelek zarok ji şewatê rizgar kirine, di nava baxçe de ye. Di baxçe de bîreke avê heye û di wexta şewatê de bi dehan zarokan xwe ji eywana sînemayê avêtibûn hindirê birê. Piştî bûyera Sînemaya Amûdê hîna jî eywana sînemayê li Amûdê tuneye.
Zarokên di Komkujiya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve weke Şehîdên Şoreşê hatin ragihandin.
Qîrînek ji nîşkeva
Mihemed Emîn Ebdulselam ê ji Amûdê ku yek ji şahidên bûyerê û yek ji zarokên ku ji şewatê rizgar bûye, wê demê 12 salî bû. Mihemed Emîn Ebdulselam anî ziman ku ew li ser pêşniyara midûrê dibistanê çûye fîlmê ku ji bo Cezayîrê tê nîşandan û wiha got: “Midûrê dibistanê got, dê ji bo Cezayîrê alîkariya aborî were komkirin. Wê demê pereyê min jî tunebû. Min ji kurê mamê xwe pere girt û ji bo temaşekirina fîlmê çûm sînemayê. Sînema bû, ez jî wek hemû hevalên xwe çûm. Dema em li sînemayekê difikirin, hawîrdoreke xweş û fireh tê bîra me, lê tiştê ku em pê re rû bi rû man bi tevahî cûda bû. Bi navê xwe tenê sînema bû, di hawîrdorê de şopa sînemayê tune bû. Em 2-3 gavan ketin hindir. Em gihîştin hindir. Zarokên ji me biçûktir li erdê rûniştibûn. Ev nîv saet bû. Em hemû jî zarok bûn. Me nizanibû û fêm nedikir ku em li çi temaşe dikin. Ji nişka ve dengek ji paş ve hat. Zarokek xwe avêt xwarê û qîr kir.”
Ling û destê wî şewitî
Gava em bi paş ve zivirîn me dît ku kabîna ku motor tê de bû şewitiye. Em hemû zarok bûn û ji vê yekê matmayî man. Di nava qîrînan de her yek bi cihekê ve dest bi revê kir. Hema bibêje nivê zarokên ji me biçûktir di wê rageşiyê de di bin piyan de pelçiqîn. Zarokên hinekî mezin hewl dida xwe xilas bike, lê bê encam bû. Ji ber ku derî li ser me hatibûn girtin. Li ber derî qelebalixek çêbû. Derî ne wisa bû ku bi hêsanî vebe. Me dehf dikir lê venebû. Me dest bi reva çep û rast kir. Ez ji dikana hindirê sînemayê reviyam. Çend hevalên min jî li dikanê bûn. Me li dora xwe nêrî, agir bilind dibû. Stûnên hesin ên Sînemayê hebûn. Stûn xwar bûn û tewan hilweşiya. Ger tewan neketibûya, em ê ji bi dûmanê bifetisiyan. Gava ku tewan ket, me karî bêhna xwe bistînin û ronahiya derî ferq bikin. Em derketin derve. Bîrekî avê hebû û hin zarok jî ketin hindirê bîrê. Me dest bi revê kir. Sola lastîk di piyê min de bû. Agir bi piyê min ketibû. Gava min hewlda ez sola xwe derxim herdu destê min jî şewîtî. Gava min hewaya paqij stand ez li ser hişê xwe çûm. Pişre ez birim navenda tenduristiyê. Çav çavan nedidît. Hemû xelkê Amûdê li wir kombûyî bû. Qîrîna dayik û bavan li olan dida.”
‘Li ser bûyerê hat girtin‘
Ebdulselam da zanîn ku ew ne tofanek xwezayî bûye û got: “Ew roj ji bo gelê Kurd rojekî reş bû. Ez naxwazim kesek bibe şahidê rojek wiha. Me saet li pey xwe hişt, bû sibe. Kesî fêhm nekir ka çi bûye. Ma divê em kêfxweş bibin ku em xilas bûne, an divê em ji bo hevalên xwe yên şewitîne yên ku li dû xwe hiştin xemgîn bibin? Em li ser vê yekê şaş man. Tofanek mezin bû, lê ne tofanekî xwezayî bû. Ger îro 283 zarokên şewitî sax bûna, dibe neviyên wan jî wek min bibûna. Dibe ku ew bibûna endezyar, bijîşk, mamoste an jî şoreşger. Kesî li ser şewatê lêkolîn nekir, lêpirsîn jî nehat destpêkirin. Ew wekî ‘Qeder’ hate binavkirin. Jixwe zexteke mezin a dewletê hebû. Çalakiyeke biçûk a Kurdan jî qebûl nedikirin. Wan ji bo kombûna komek piçûk jî xeternak dît. Bi tundî van koman belav dikir. Kesî li ser hûrgiliyên vê bûyerê lêkolîn nekiriye. Li ser bûyerê hate girtin.“