Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Rêber Apo name şandin

Ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê rehîngirtin, 69 xelatgirên Nobelê bi nameyeke hevpar bang kirin.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Der Standard a Avûstûryayê 69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Li gorî nûçeya navborî ji dîsîplînên cuda 69 xelatgirên Nobelê bi rêya nameyekê ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bang kirine ku bila Rêber Apo were berdan û bi rêya aştiyê pirsgirêka kurd were çareserkirin.

Di nûçeya ku ji aliyê Michael Volker ve hatiye nivîsandin, “69 xwediyên Xelata Nobelê di nameya ku ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandine de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka bi Kurdan re dikin. Xwediya Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya Avûstûryayî Elfriede Jelinek di nav îmzekerên nameyê de ye, name li ser navê aktîvîstê mafên mirovan Jody Wiliams ku di sala 1997’an de ji ber xebatên xwe yên li dijî mayinan Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû hat nivîsandin.”
Di nûçeyê de ku agahiyên der barê tecrîda li ser Rêber Apomde cih girtin, hat destnîşankirin ku Rêbe Apo di çareseriya pirsgirêka kurd de weke kesayeteke sereke tê dîtin.

Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo îro jî weke kesayetek di têkoşîna xweserî û azadiyê ya Kurdan de tê dîtin û ji aliyê gelek kurdên li derveyî Tirkiyeyê ve weke rêber tê dîtin. Ji girtîgehê gelek caran daxwaza çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê kir û gerîlayên kurd agirbest îlan kirin. Erdogan di tîrmeha 2015’an de bi awayekî fermî pêvajoya aştiyê bi dawî kir û Tirkiyê dest bi zextên li ser PKK û partî û rêxistinên Kurdistanî yên ku bi gumana pêwendiyên wan bi PKKê re hene, kir. Li Iraq û Sûriyeyê jî li dijî kurdan êrîş pêk tên.”

Di nûçeyê de bal kişandin ser têkoşîna şervanên PKK’ê yên li Sûriye û Iraqê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hat destnîşankirin ku DYA, hin welatên Ewropayê û dewleta tirk hê jî PKK’ê weke ‘rêxistina terorê’ bi nav dikin.

Rojnameyê wiha berdewam kir: “Akademîsyenên xwediyê Xelata Nobelê di nameya xwe ya ji bo Erdogan nivîsandin de xemgîniya xwe ya ji ber şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêber Apo anîn ziman. Îmzekar dixwazin Erdogan vegere ser rêya aştiyê. Di nameyê de tê gotin ku aştî pêkan e û divê Tirkiye Rêber Apo jî tevlî pêvajoyê bike û di wê baweriyê de ne ku divê herî kêm dawî li tecrîda Îmraliyê bîne.”
Di nûçeya rojnameyê de bal kişandin ser tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Tirkiyeya ku ji sala 1949’an û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye, hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî yên ku divê rêz lê bigire binpê kiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar