Bi piştevaniya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Kevana Zêrîn, bi dirûşmeya “Zarok Hêviya Pêşeroja Azad in” wê di 2’ê îlonê de festîvala zarokan a 6’emîn bê lidarxistin. Tê payîn ku wê du rojan ev festîval dirêj bike û wê dîlan, stran, helbest, şano û wêne di rojeva festîvalê de bin.
Wê Festîval bi meşekê li qada Jina Azad destpê bike û piştre jî wê derbasî Navenda Çand û Hunera Baqî Xido bibe.