Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava 6’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li dar dixe. Mîrhîcan bi dirûşma ‘Jin giyanê çandî vejîn dike’ dê li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê ji 1’ê adarê destpê bike û heta 2’ê adarê bidome.
Şertên tevlibûnê wiha ne;
- Divê temenê beşdar ne kêmî 18 salî be
- Berhemên beşdar pêwîst e bi zimanê kurdî, erebî û suryanî be.
- Beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotinên wêjeyî ne.
- Beşdar dikare tenê bi berhemekê jî beşdar bibe.
- Divê berhem li ser bernameya wourdê ye elektronîk werin amadekirin.
- Divê berhemên kurdî bi ponta 12 û yên erebî û suryanî bi ponta 14 werin amadekirin
- Divê berhem li tu deran nehatibe weşandin û ji zimanekî din nehatibe wergerandin.
- Berhemên gotar û çîrokê ne zêdeyî hezar gotinê be.
- Berhemên helbestan ji du rûpelan zêdetir nebe.
- Divê beşdar berhem, kurtejiyan, navnîşan û telefona xwe bişînin maîla Desteyaç[email protected]
- Jinên nivîskar ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn û her wiha yên li derveyî welat dikarin tev li mîhrîcanê bibin.
- Di mîhrîcanê de pêşbirka karê destan û hunera şêwekariyê jî heye.
- Hûn dikarin berhemên xwe heya 24’ê Sibata 2021’an bişînin. QAMIŞLO