Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

7 girtiyên li Girtîgeha Amedê bi îşkenceyê hatin sirgunkirin

7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi hinceta ‘ewlekariyê’ sirgunî girtîgehên din hatine kirin û îşkence li girtiyan hatiye kirin

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê duh 7 girtî bi hinceta ‘ewlehiyê’ sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Hat diyarkirin ku girtiyê bi navê Şaban Kaygusuz ku destek û lingekî wî nîne, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara Yek a Bunyana Kayseriyê sewqî wir hatiye kirin û 5 gardiyanan lê daye. Garîp Kaya û Îsmaîl Aslan sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatin kirin, Mehmet Ayaz sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, Muhammed Peksoy sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê, Nîhat Aktaş sewqî Gîrtîgeha Tîpa T Hejmar 2 ya Bunyana Kayseriyê hatin kirin.

Li aliyê din malbatan diyar kir ku van rojan li girtîgehê her roj lêgerîn tên kirin, di encama lêgerînan de gardiyan dest danîn ser pirtûk û lênûskan û kelûpelên wan tên belavkirin. Malbat diyar dikin ku her tim bi vî awayî mudaxile tê kirin û ji ber pirtûk, lênûsk û destnivîsan cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Di encama cezayên dîsîplînê jî lijneya ‘halê baş’ raporên neyînî dide girtiyan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar