Li gorî agahiyên parêzerên 7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, ji bo sewqî Îmraliyê ku ev 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtiye, bên kirin, daxwazname dane rêveberiya girtîgehê.
Girtî Osman Fîdan, Abdulbasrî Ekîcî, Salîh Kutlu, Hakan Kutlu, Abdulkerîm Sevînç, Mahsun Guçlu û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn, daxwazname dan rêveberiya girtîgehê û sewqa xwe xwestin. Berê jî ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê 78 girtiyan daxwazname dabûn û xwestibûn biçin Îmraliyê. ŞIRNEX