Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê kirin

7 komeleyên ku xebatên kurdî dikin, bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û xwestin ku ne tenê di rojekê de her rojên salê ziman û çanda kurdî bê pêşxistin

Navenda Nûçeyan |

DEMDER, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesteyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MEDDER), Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (FERATDER), bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Komeleyan, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û bişaftinê yên bi salan e li ser kurdan tên meşandin û daxwaz kirin ku herkes di texma xwe de bi derfetên xwe pêşî li qirkirin û bişaftina çanda kurdî bigire.

Tevahiya daxuyaniya hevpar a komeleyan wiha ye:

“Yek ji pêşeng û zimanzanê kurd Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî di 15’ê Gulana 1932’an de bi tîpên latînî kovara Hawarê derxistin. Hejmara yekemîn bi nivîsa; ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn wê ji me re rêya felatê veke. Yên ku felatê pêk bînin dikarin xwe bidin nasîn jî. Wê Hawara me pêşketina kurdî jî bi xwe re bîne’ hate weşandin. 89 sal beriya niha deng û hawara gelê kurd kovara Hawarê hate bihîstin. Ji 2006’an ve 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li her derê bi coş tê pîrozkirin.

Bêdengî ne tiştekî ji rêzê ye

Ji bo mirov rastiya gelê kurd û qirkirina li ser kurdan tê meşandin baş fêm bike divê li dîrokê binêre. Wekî tê zanîn gelê kurd yek ji gelên herî qedîm ê Kevana Zerîn e. Ne tenê gelê qedîm e, di heman demê de yek ji pêşengê afirînerê berhemên civakê bi xwe ye. Di hemû geşedan û pêşketinên civakî de keda gelê kurd heye û hîn jî bi ked û berxwedana xwe pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê yekê pergala dagirker û êrîşker bi hezaran sal in li ser gelê kurd qirkirineke dermirovahî dimeşîne. Hewl dide ku di şexsê gelê kurd de hemû destkeftiyên civakî ji holê rake. Ji ber vê yekê li ber çavên dinyayê bi awayekî aşkera vê hovitiyê li ser gelê kurd dimeşîne û dinya dengê xwe ji van hovan re dernaxe. Ev qirkirin û bêdengî ne tiştekî ji rêzê ne. Divê em ji rêze nêzîkî vê bişaftin û qirkirinê nebin. Heke em wisa nêzik bibin em ê xwe bixapînin.

Xwedî li bedena xwe derkeve!

Beriya her tiştî di vê em ji XWE dest pê bikin. Em çiqasî bi zanebûn an jî ji nezanî xizmetê ji ve bişaftinê re dikin. Yan jî ji bo vala derxistina vê pişaftinê em çiqasî li ber xwe didin. Wexta ku em li XWE binêrin, wê demê em ê baş bibînin ku bê em li ku dera vê bişaftinê ne, yan jî çiqasî li hemberî wê têdikoşin. Heta ku em rol û rista xwe ya di vê girkirin û pişaftinê de nebînin, em nikarin bi rê û rêbazên di cih de li ber xwe bidin. Ji bo vé jî divê her kes pirsa ‘Ez ji bo ziman û çanda xwe çi dikim?’ li xwe bike. Yên ku îro xwedî li ziman û çanda xwe dernekeve nikare xwedî li XWE jî derkeve. Ji bo wê jî divê li her derê bi hişmendiya ‘Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, xwedî li bedena xwe derkeve’ li hemberî girkirin û bişaftina kurdî dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Divê em vê yekê jî baş zanibin ku hebe em xwedî li ziman û çanda xwe dernekevin tu kes nayê xwedî li ziman û çanda me dernakeve.

Her mal bibe dibistan

Li gorî sed sal berê îro derfetên ku em karibin pêşiya qirkirin û çanda kurdî bigirin gelek in. Em îro ji berê bêhtir rêxistinkirîne û xwedî hêz in. Werin ewilî em ji xwe dest pê bikin. Ne tenê rojekê her kêliyê jiyanê kurdî, heta jiyana me bibe kurdî. Em bi kurdî bifikirin, xewnên xwe bi kurdî bibînin. Bajarên em lê dijîn bikin bajarên kurdewar, yên ji derve werin bila zanibin ku ew hatine bajarên kurdan. Her kes malên xwe bikin dibistaneke kurdî. Bi kurtasi em bi kurdî bijîn. Berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bijîn, pêş bixin.

Banga xwedîderketinê

Li ser vê bingehê em careke din ev roja watedar a Cejna Zimanê Kurdî de serî de li hemû berxwedêrên di vê rêyê de bedel dane û li ber xwe didin, li hemû gelê kurd û her kesê dilê wan bi kurdî lê didin pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê rojê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda kurdî pêş bixin û em ê teqez bi ser bikevin.

Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala zimanê kurdî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar