Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

7 rojin li Amedê çalakî didomin

Çalakiyên li Amedê yên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 7’an de didomin. Li aliyekî polisan 7 rojin avahiya şaredariyê dorpêç kirine, li aliyê din hilbijêrên HDP’ê çalakiyên xwe yên li kolanan berdewam dikin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz dikin

Rejîma AKP/MHP’ê bi destê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Di heman şevê de li 29 bajaran operasyona helwext a qirkirina siyasî pêk anî û 418 kes binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên qirkirina siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Li Amedê jî hilbijêrên HDP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk 7 rojin li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyan li dar dixin. Îro dîsa endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê li Kolana Lise kom bûn û çalakiya xwe ya rûniştinê di roja 7’an de berdewam kirin. Dîsa gelek parlamenterên HDP’ê, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevserokê Mala Gel Nurî Gunay, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî amade bûn.

Girsê bi tilîlî û dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dema Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, hat nava girsê bi dirûşmeya “Amed bi te serfiraz e” berz kirin.

Polîsan serê sibê dîsa avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kir. Polisan dîsa rêya Kolana Xarpêtê û bi maşîneyên zirxî û TOMA li trafîkê girt. Polîsan rêya Lîse ku diçe ser Kolana Xarpêtê bi barîyeran girt.

Li gel astengiyên polîsên rejîma AKP/MHP’ê jî çalakiya şarmezarkirina qayûman didome.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar