Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

700 zarokên ku DAIŞ’ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin

Li Hesekê 700 zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve ku di operasyona Hesekê de wek mertalên zindî dihatin bikaranîn, li navêndên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku piştî DAIŞ’ê êrîşî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê kiribû daye destpêkirin didome. Piştî ku endamên DAIŞ’ê êrîş li girtîgehê kirin xwestin bi girtiyan re birevin. HSD’ê girêdayî bûyerê operasyon da destpêkirin û di şerê qewimî de gelek endamên DAIŞ’ê ku xwe li taxa Xiwêranê veşartibûn, hatin kuştin. Li Girtîgeha Sînaayê ji hezarî zêdetir endamên DAIŞ’ê jî di salvegera rizgarkirina Kobanê ya 26’ê çileyê de radestî hêzên HSD’ê bûn.

Piştî êrîşan, herî zêde zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve wekî ‘Cewrikên Şêran ên Xilafetê (Eşbal El-Xîlafe)’ dihatin binavkirin ketin rojevê. 700 zarok ku ji ber Operasyona Paqijkirina DAIŞ’ê li taxa Xiwêran dihatin girtin ji aliyê DAIŞ’ê ve wek mertalên zindî hatin bikaranîn. HSD’ê bi daxuyaniyekî bal kişandibû ser zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve wek mertalên zindî hatin bikaranîn.

Ji ber zarokan baldar tevgeriyan

Yek jê sedemên giran ên meşandina operasyonê jî ev zarokên ku dîl hatibûn girtin. Roja ewil saziyên çapameniyê yên wek AFP û BBC’yê zarokên di destê DAIŞ’ê de wek dîl girtî nivîsandin. UNICEF jî bal kişand ser vê yekê û HSD’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dê girêdayî hevpeymanên navnetewî yên parastina zarokan bimînin. HSD’ê bi awayekî baldar û giran tevahiya zarokan ji destê DAIŞ’ê carekî din rizgar kir.

Rêveberiya Xweser banga xwedîderketinê kiribû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zarokên DAIŞ’ê ku ji welatên cuda cuda tev li bûne û di destê wan de mane gelek caran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribûn ku mekanîzmayek taybet bê avakirin. Lê belê her carê ev bang bêbersiv hatin hiştin.

Ajansa Mezopotamyayê jî wêneyên bi sedan zarokên ku hatine rizgarkirin girt. Zarokên hatine rizgarkirin li navêndên rehabîlîteyên cuda yên li Hesekê hatin bicihkirin. HSD’ê dîsa bang li welatên cîhanê kir ku ji bo zarokên hemwelatiyên xwe mekanîzmayekî çareseriyê peyda bikin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar