Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cumartesi - 12 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

74 akademîsyen piştgirî dan kampanyaya azadiya Ocalan

Ji Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê û ji senatoya akademîk 74 profesor û doçentan piştgirî dan kampanyaya ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê, bi îmzeya 74 profesor û doçentên xwe, piştgirî dan kampanyaya ‘Dema wê hatiye; Azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiyeyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Derbarê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn û ev tişt hat gotin: “Lîderê gelêkurd, piştî ku statuya penaberiya siyasî bi rengekî derengmayî li welatê me wergirt, 22 sal in li girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê li girtîgeheke bi ewlekariya bilind girtî û tecrîdkirî ye. Mixabin saziyên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê nekirin ku Abdullah Ocalan karibe mafên xwe yên herî însanî jî bi dest bixe.

Nelson Mandela di dema Apartheîde ji bo Afrîkaya Başûr çi be, Abdullah Ocalan jî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd sembola herî girîng e, li Rojhilata Navîn ala aştiyê ye. Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku sûd ji nêrîna Ocalan girtin, xaka xwe kirin mînakeke bêhempa ya ji jiyana hevpar a gelan û olan. Kir ku demokrasiya yekser, wekheviya navbera zayendan û diyaloga navbera olan ava bibe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên DAIŞ’ê bûye kelehek û pêşî li gefa olperestiya tund a li herêmê digire.

Girtina Ocalan, tecrîda li dijî mirovahiyê ya lê tê ferzkirin, zexta girseyî ya li herêmên kurdan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşek li dijî demokrasiyê ye, lewma me; civaka akademîk jî eleqedar dike. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya ji bo Abdullah Ocalan. Ji bo jinûve xurtkirina mafên mirovan û nîşandana piştevaniya bi mirovên aştîxwaz re, em vê yekê weke gaveke bingehîn dibînin.”

Navê profesor û doçentên ku piştgirî dane kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan wiha ne:

Bova Vincenzo, Cersosimo Domenico, Cimatti Felice, Costabile Antonio, D’Ignazio Guerino, De Gaetano Roberto, Ferrari Vincenzo, Jedlowski Paolo, Jellamo Anna, Marini Matteo, Parini Ercole Giap, Raniolo Francesco, Salomoni Antonella, Bruno Marcello Walter, Catalano Gilda, Citroni Giuli, Clementi Marco, Corrado Alessandra, Cuzzocrea Alfredo, De Rose Carlo, Dottorini Daniele, Elia Anna, Falcioni Daniela, Fiorita Nicola, Fortunato Vincenzo, Gerbasi Giampaolo, Giraudi Giorgio, Librandi Fulvio, Licursi Sabina, Nardo Maria, Noce Tiziana, Pappano Danilo, Roberti Bruno, Rovinello Marco, Russo Anna Margherita, Sivini Silvia, Vitale Annamaria, Bartolucci Guido, Beonio Brocchieri Vittorio, Buscema Carmelo, Campennì Antonino, Canadè Alessandro, Caputo Paolo, Caruso Giovanni, Cerruto Maurizio, Commisso Giuliana, Corradi Maria Laura, D’Agostino Mariafrancesca, D’Alessandro Daniele, De Luca Roberto, Della Corte Elisabetta, Fagiani Maria Luisa, Floriani Sonia, Garreffa Franca, Grande Teresa, Greco Walter, Loprieno Donatella, Marcello Giorgio, Nocito Walter, Passarelli Giovanni, Pellegrino Giuseppina, Ponzo Michela, Samà Antonio, Vingelli Giovanna, Viola Donatella, Affuso Olimpia, Corigliano Filippo, Laghi Pasquale, Maiello Angela, Vella Gessica, Corace Maria, Francesca Cuda Giuseppe, Lavia Francesco, Rotolo Andrea.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar