Di ser êrîşa DAIŞ’ê ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li hemberî gelê êzidî pêk anîbû re 9 sal derbas bûn. Gelê êzidî di herikîna dîrokê de gelek caran bi van êrîşan re rû bi rû maye, bi darê zorê ji cih û warê xwe hatiye koçberkirin, mal û mulk hatiye talankirin.
Ji dema osmaniyan heta dema desthilata kujerê Komkujiya Helebçeyê Sedam Huseyin, gelê êzidî 73 caran bi ferman û qirkirinan re rû bi rû maye. Di salên 1986-1988’an de ew qirkirina bi navê “Enfal”, ku li hemberî gelê kurd pêk hat de, gelê êzidî jî bû hedef û ji vê hovîtî û qirkirinê para girt.
Di sala 2011’an de dîsa gelê êzidî bû hedef û di êrîşa bombeyî ya ku li Şengalê pêk hat de, bi sedan êzîdiyan jiyana xwe jidest dan. Di êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014 an de ku weke fermana 74’emîn a li hemberî gelê êzidî tê binavkirin, bi hezaran jin, mêr, ciwan û zarok bi jenosîdeke din re rû bi rû mane, bi îşkenceyên nedîtî û bi pêkanînên dermirovî hatine kuştin.
Di encama fermana ku 9 sal beriya niha pêk hat de bi dehezaran jin û zarok bi awayekî dîlgirtî hîn jî di destê DAIŞ’ê de ne û bi hezaran jin jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê li bazarên koleyan hatine firotin û birînên vê hovîtiyê nehatine dermankirin, hîn jî ji vê birîna ku êşên mezin hatine kişandin xwîn diherike. Hîn jî bi bi hezaran êzidî li kampan di şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê dimeşînin, hîn jî rewşa bi hezaran jinên ku hatine revandin ne diyar e.
Qadên ewlehiyê yên ku gelê êzidî dixwaze ava bike, îro jî di hedefa êrîşan de ye û her roj cih û warên ku gelê êzidî lê dijî tên bombebarankirin û li gorî agahiyan bi qasî 3 hezar êzidî hîn jî di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne.
Bi taybetî jî, derketina holê ya jin û zarokên êzidî ya li bajarên Enqere û Kirşehîrê ku bi hezaran kîlometre ji şenalê dûr in, bi zelalî nîşan dide ku desthilata heyî ya AKP-MHP bi DAIŞ’ê re hevkariyê dike û ji êrîş û pêkanînên wan ên li hemberî gelê êzidî re çavê xwe digire.
Gelê êzidî, ji ber êrîş û pêkanînên koçberkirin, tecawiz û firotina li bazarên koleyan bi xetereyên mezin re rû bı rû ye. Gelê êzidî hem li ser axa xwe û hem jî li cihên ku ji neçarî koç kiriye û li wir bicih bûye, bê statû û bê parastin dijî. Êzidiyên kurd her roj bi tirs û fikara ku dê rastî êrîş û qirkirinan cuda werin dijîn.
Ji ber vê jî, pêwiste alî û derdorên navneteweyî ji bo ku gelê êzidî dîsa bi êrîş û qirkirinan re rû bi rû nemîne, dest bi valakirina van cih û kampên bêewle yên ku êzidî lê dimînin bikin û her wiha , ew êrîşên zayendî yên dijmirovî yên ku li hemberî sivîl, jin û zarokên êzidî pêk hatine jî wek qirkirina li ser gelê êzidî bibînin û qebûl bikin.
Ligel evqas qirkirinên ku li hemberî gelê êzidî pêk hatine jî, desthilata heyî, di warê daxwazên gelê kurd ên ji bo xuşk û birayên xwe yên êzidî de tu gaveke ku fikarên gelê kurd beralî bikin neavêtiye.
Gelê êzîdî, di serî de Şengal, Şêxan û gundên Mûsilê, dixwaze li ser erdnîgariya çar parçeyên Kurdistanê, li Gurcistanê, li Ermenistanê û her cihê ku lê dijî bi çand û baweriya xwe bi awayekî azad bijî.
Ji bo vê jî, pêwiste Neteweyên Yekbûyî welatên weke İngilistanê, ku fermana 74’emîn weke qirkirina li ser gelê êzidî pênase kirine, bi rayedarên dewleta Tirkiyeyê jî bidin qebûlkirin ku polîtikayên xwe yên li hemberî gelê êzidî biguhrînin û wek welatên din, pêkanînên li hemberî gelê êzidî weke qirkirina etnîkî bibînin û qebûl bikin.
Ev peywir û berpirsiyariya sereke, deynê ser milê siyasetmedar û rayedarên welatên ku heta niha ji 73 farmanên li hemberî gelê êzidî pêk hatine re çavên xwe girtine, bêdeng mane û rê li ber fermana 74’emîn vekirine ye.