PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne’

Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehan de ne û wiha got: “3 hezar zarok di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Girtîgeh ji bo mezinbûna zarokan neyînî ye. Di vî warî de ragirtina zarokan binpêkirina mafên mezinbûna zarokan e.”

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa zarokên bi dayikên xwe re di girîgehan de ne, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Cemîle Karakay daxuyanî da.

Karakaya diyar kir ku 743 pitik di girtîgehan de ne û wiha got: “Kes qêrîna zarokan û lorandina dayikan nabihîze. Girtîgeh awêneya Tirkiyeyê ye û demokrasiya li Tirkiyeyê dide nîşandan. Ji 260 hezar girtiyên li Tirkiyeyê 199 hezar hikumxwar in. 58 hezar kes jî girtiyên ceza nexwarine. Ji van jî 10 hezar jinên girtî ne.”

3 hezar zarok di girtîgehan de ne

Di daxuyaniyê de Karakaya da zanîn ku li gorî tespîtên ÎHD’ê 3 hezar zarok di girtîgehan de ne û wiha domand: “Ji van 743 zarok temenê wan di navbera 0-6 salî de ne. 37 jî ji 6 mehî biçûktir in. 35 jinên ducanî girtî ne. Em di welatek ku 743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne dijîn. Em ê behsa Fîlîz Karakoglan a li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi du pitikên xwe re dimîne bikin. Li Agiriyê bi boneya di 2015’an de beşdarî daxuyaniyek çapemeniyê bûye û 4 sal û 2 meh ceza lê birîne. Ev 2 meh in bi du pitikên xwe re di girtîgehê de ye. Zarok cêwî bi awayekî premature hatine dinyayê û niha 7 meh û nîvî ne. Divê ji bo xwedîkirina wan baş li wan bê nihêrtin, lê şertên girtîgehê ji bo xwedîkirina zarokan ne guncav e û zarok mezin nabin. Baş nayên xwedîkirin. Pêdiviya wan bi xwedîkirineke baş heye. Pitikê xwe bi ava fêkiyan a hazir û tiştên mîna buskîviyan mezin dike. Ev zexîre ne li gorî xwedikirina zarokan e û xweşik li wan nayê nihêrtin.”

Divê cezayê dayikan bê taloqkirin

Her wiha Karakaya anî ziman ku şertên avhewayê, ritûbeta qawişan, germkirin û hewa standina hewayê ji bo tenduristiya zarokan kêm e û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Ev şert dikin ku zarok nexweş bikevin. Di qawişan de ji kapasîteyê zêdetir kes tên girtin. Ji ber nivînên nerm tune ne zarok hemû dema xwe li ser nivînên dayikên xwe derbas dikin. Ji ber qada hêşînayî jî nîne zarok xwezayê nas nakin. Zarok salên xwe yên ewilî di hepsê de derbas dikin û mezin dibin. Ev rewş cudakariya li dijî zarokan e. Mayîna zarokan a di girtîgehan de ji bo xwedîkirin û mezinbûna wan neyînî ye. Di vî warî de, mayîna zarokan a di girtîgehan de tê wateya binpêkirina mafên pêşketina zarokan. Divê hemû dayikên bi zarokên xwe re li girtîgehan dimînin cezayê wan bên taloqkirin û berat bikin. Divê ev jin û zarok demildest bên berdan û dayikên zarokan wan dikaribin li derve mezin bikin. Em ji wezareta dadê, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên din daxwaz dikin ku ji bo çareseriyê tevbigerin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar