Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

743 zarok tevî dayikên xwe girtî ne

Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD a Amedê diyar kir ku bi qasî ku tespîtkirina wan 743 zarok tevî dayika xwe di girtîgehê de ye

Komîsyona Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê derbarê zarokên ku tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi qasî ku e tespît kirine 743 zarok tevî dayika xwe di girtîgehê de ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku zarokên ku bi dayika xwe re di girtîgehê de ne di bin xetereyê de ne û wiha hat gotin: “Jina girtî ya bi navê Şukran Îrge tevî 2 zarokên xwe di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Şukran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û dadgehê serlêdana wê qebûl kiriye û biryar daye ku di warê zagonî de hin sererastkirin werin kirin. Lê ligel vî tiştî jî bi sedan zarok tevî dayika xwe di girtîgehê de ne. Zaroka bi navê Avşîn Ûsanmaz a 16 mehî, 6 meh in tevî dayika xwe di girtîgehê de ye û nexweşiya hemanîjom pêre heye. Ji bo dermankirina zarokê û ji bo ku têkiliya wê ya bi dayika wê re qut nebe, taloqkirina girtina dayika wê hatiye redkirin. Vê biryara redkirinê li dijî peymanên navneteweyî ne yên ku Tirkiye jî ev peyman qebûl kirine.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nayê qebûlkirin ku zarokeke nexweş di girtîgehê de were ragirtin û bang li rayedaran dikin ku ji bo zarok karibin di şertên guncav de jiyana xwe bidomînin, bila di warê zagonî de gav bên avêtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar