Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê ragihandinê kir: “Ji Fas, Filistin, Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê dane û xwestine bi rêzdar Abdullah Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş re yên ku ji zû ve ye haya me ji wan tune, hevdîtinê bikin.”
Buroya Hiqûqê ya Asrinê got “Hempîşeyên me xwestine li Silêmaniyê daxuyaniyekê çapemeniyê bidin lê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatiye astengkirin.Ev jî mînak e ku tecrîda navneteweyî çiqasî berfireh e û çima divê mirov li hemberî wê têbikoşe.
Hempîşeyên me yên ku daxuyaniyên nivîskî û çapemeniyê dane, diyar kirine ku fikr û felsefeya rêzdar Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye, li Rojhilata Navîn a ku ketiye krîzê Ocalan hêza çareseriyê ya herî pê bawer e û divê tecrîd were rakirin. Em spasiya hemû hempîşeyên xwe dikin.
Di 14’ê îlonê de jî li Brukselê ji 22 welatên cihê 385 parêzeran bi civîneke çapemeniyê diyar kiribûn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê dane. Di serlêdanê de kirinên li Îmraliyê wekî ‘tecrîdeke taybet û cihêkar’ pênase kirine.”
Bi heman armancê li başûrê Kurdistanê jî kampanyayek hat destpêkirin. Komîteya Amadekar a kampanyayê xwest li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide çapemeniyê lê Asayîşê daxuyanî asteng kir.
Li gorî komîteyê ji herêmên cihê yên başûrê Kurdistanê 44 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê îmze dane. Tê payîn di rojên pêş de derbarê kampanyayê li navendekê civîna çapemeniyê were dayîn.