Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

8 dagirker hatin kuştin û 3 mewzî hatin rûxandin

HPG'ê diyar kir ku di operasyona şoreşgerî ku bi ruhê Fermandar Mahsûm Korkmaz hatî kirin de 8 dagirker hatine kuştin û 3 mewzî jî hatine rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyanî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê ya li herêma Avaşînê de;

2’yê tebaxê saet 09:45’an hêzên me piştî ku dagirkerên li Tengava Şehîd Canşêr a qada Werxelê kirin bin kontrola xwe ji çar aliyan ve operasyoneke şoreşger a bi koordîne pêk anîne. Baskê pêşî yê çalakiyê mewziya ku 5 dagirker lê bûn kirine hedef û lê dane. Mewziya ku ketî hedefê hatiye rûxandin, 3 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. Baskê duyemîn a çalakiyê mewziya ku 3 dagirker lê bûn kirine hedef û derb lê dane. Bi vê lêdanê re mewzî hatiye rûxandin û 3 dagirker hatine cezakirin. Mewziya ku eynî baskê çalakiyê kirî hedefa xwe û 2 dagirker tê de bûn derb lê hatiye xistin, 2 dagirkerên li nav hatine cezakirin û mewzî hatiye rûxandin. Baskên sê û çaran ên çalakiyê jî dagirkerên ku li qada daristanî xwe veşartin kirine bin kontrola xwe û dema ku xwestine mudaxele li çalakiyê bikin ji nêz ve derb li wan hatiye xistin. Li vir windahiyên dagirkeran zelal nebûye.

Piştî çalakiyê dagirker saet di navbera 00:00-00:40’î de windayên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirine.

Di operasyona şoreşger de ku gerîlayên me bi ruhê Fermandar Mahsûm Korkmaz pêk anî 8 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne û 2 mewzî hatine rûxandin. Di vê operasyona şoreşgerî de ku Gerîlayên Serfiraziyê yên Kurdistanê derba giran li dewleta TC’ê ya dagirker dane ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê me hatiye kirin.

2’yê tebaxê saet di navbera 22:30 û 23:00’an de li herêma Metînayê ya li xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Derdora gundên Kêste û Hirorê yên bi ser Kanî Masiyê ya Amediyê ve bi helîkoptêran hatiye bombekirin.

3’yê tebaxê saet di navbeyna 06:00-06:45’an de herêma Zapê qada Çemço gundê Rênçbiraxa ji qerqolên ser xeta sînor bi obûsan hatiye bombekirin. 3’yê tebaxê saet di navbera 10:00-10:30’an de qadên Çemço, Sîda û Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşan de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar