Li Wêranşerê, 8 hunermendên di dawetan bi kurdî stranan dibêjin, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin
Di rojên dawî de zextên li ser stran û stranbêjên kurd her ku diçe zêde dibin. Di rojên borî de li Êlihê polîsan mîkrofona stranbêjekî kurd ji destên wî girtibûn û destûr nedabû ku stranê kurdî bêje. Duh li Amedê jî polîsên ku li kafeyekê rûniştî ji xebatkarên kafeyê xwestibûn mizîka kurdî biguherînin. Niha jî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, cendirmeyan di serdegirtina malan de, endamên Koma Dewran ên bi kurdî stranan dibêjin Ahmet Sar, Menduh Sar, Aslan Akmiş û Unal Aynelî û ji komek din jî 4 hunermendên navên wan nehatin zanîn, binçav kirin.
8 hunermendên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin, dest pê kê birin Qereqola Leşkerî ya Navçeyê û ji wir jî birin Qereqola Leşkerî ya Rihayê. RIHA