Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

800 hefte ne li aqûbeta windayên xwe digerin

Malbatên windakiriyan 800 hefte ne bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” çalakî li dar dixin û banga. “Çi dikin bila bikin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em hestiyan û goran dixwazin.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di 31’ê çileya 2009’an de çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” dane destpêkirin di hefteya 800’emîn de didome. Ji bo çalakiya ku malbatên windakiriyan 15 sal in bênavber didomînin, malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Rezan a Amedê kom bûn, aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û faîlên kesên hatine qetilkirin pirsîn.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vasif Ozturk ê di 1’ê hezîrana 1994’an de li gundê Comar ê navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û bi helîkopterê birin û careke din agahî jê nehate girtin hate xwendin.

Gelek sazî û dezgeh tev li çalakiya ku di hefteya 800’emîn de hate kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê li vir axivî, wiha got: “Bila ji kesên ku ev sûc e organîze kirine hesab were pirsîn. Ev kesên ku em wêneyên wan hildigirin di organizasyona dewletê de hatin kuştin. Me ev yek di dosyayên darizandinê de dîtin. Ji bo ku di rastiyê de hevrûbûnek çênebû ev doz hemû bi necezakirinê encam girtin. Em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.”

‘Dewlet cihê gora Elî Tekdag nîşanî me nade’

Xwişka Mehmet Tekdag ê cînayeta kiryarên nediyar hate qetilkirin û Alî Tekdag ê di bin çavan de hate windakirin Îffet Tekdag a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Hûn dizanin birayê min bi salan e winda ye. Goreke wî ku biçin ser jî nîne. Ez ê heta dawiyê li wan bigerim. Ez ê li hestiyên birayên xwe bigerim. Ez kengî di rêya Farqînê de biçim serê xwe di paceyê de derdixînim û dibêjim ‘Elî Elî birê min tu min dibînî lê ez te nabînim, serê xwe derxe li xwişka xwe mêzeke’. Dewlet dizane li ku ye. Lê cihê gorê nîşanî me nade. Em heqê xwe li dewletê helal nakin.”

Hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag jî anî ziman ku bi şûjin, ceyran û kuçikan îşkence li hevjînê wê hatibû kirin û got: “Elî 19 caran hate binçavkirin, cara 20’emîn de hate windakirin. Em cenazeyê xwe, hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min êtîm man. Êşkenceya min û zarokên xwe dîtin kesê nedîtin. Ez jî birim ser rêya Xana Axparê li newalekê, û pirsa ‘çima tu derdikevi televizyonan û pirsa Elî Tekdag dikî, em ê te jî bikujin û bişînin cem Elî Tekdag, Mihemed û Mistefa. Heta ku sax bin, heta ku cenaze û hestiyên xwe nebînin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Bila derxin holê, em hestiyên xwe gorên xwe dixwazin ka bi ku ve birin, derxin holê. Heta ku ez zarokên xwe sax bin em ê li pey doza xwe bin.”

Hevjîna Vasif Ozturk ê çîroka wî dê bê xwendin, Lahiya Ozturk jî wiha got: “Ji wê rojê ve em li hestiyên wî digerin. Heta ku sax bin em ê li pey hestiyên xwe bin. Em dixwazin goreke wî hebe. Em 30 sal in li pey doza xwe ne.”

Dû re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Ozturk xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Çalakiya li Êlihê di hefteya 636’an de ye

Çalakiya 636’emîn a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê pêk hat. Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Egîtîm Sen, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Metna daxuyaniya ku wêneyên welatiyên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin de rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar xwend.

Di çalakiyê de aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana 1994’an de li Êlihê hate windakirin hate pirsîn û çîroka wî hate xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar