Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cuma - 11 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

800 rêxistinên li bin sîwana KCD’ê li ku ne?

Îro îktîdara AKP û MHP’ê rêxistina civakî û demokratîk a herî mezin Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wekî rêxistina terorê îlan kiriye û kiriye hedefa xwe. Li ser daxwaza îktîdarê daraz jî li endam, rêveber û kesên silav danê wê dozê vedike û wan ceza dike. Dema em li xebat û armanca KCD’ê dinêrin em dibînin ku hemû xizmeta wê ji bo yekitiya baweriyan, gelan û rengên cuda hatiye kirin. Hemû xebatên wê ji bo yekitiyeke demokratîk in. Bi cewherî em li xebatên KCD’ê binêrin em dikarin bêtir KCD’ê nas bikin ku çiqas demokratîk û rewa ye.

KCD di 30’yê cotmeha 2007’an de li Amedê bi tevlêbûna gelek rêxistinên civakî hat avakirin.  Hevserokên KCD’ê yên yekemîn, Yuksel Genç û M. Hatîp Dîcle bûn. Niha hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozurk in. Hatîp Dîcle, armanca avakirina KCD’ê bi van hevokan anîbû ziman: “Projeya KCD’ê piyekî stratejiya birêz Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Niha rastiya hewldanê pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi tundiyê çareser bikin heye. Ev piyekî li dijî vê hewldanê çareseriya demokratîk e. Yek ji armanca herî girîng ji bo aştiyek mayînde bi rûmet, domdar û adîl bê avakirin dixwaze bi her awayî muxatabek demokratîk ku çareseriyê bi pêş dixe tîne ber dewletê. Ji ber vê yekê ev proje bi Ruhê Neteweya Demokratîk a Gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê yên bi kurdan re dijîn û nûnerên baweriyên din hembêz dike. Dîsa armanc dike ku hemû partiyên siyasî, sendîka, ode, baro, weqf, komele û hemû rêxistinên demokratîk û kesayetên akademîsyen û rûspiyan di bin baneke sivîl û demokratîk de kom bike û bîne ba hev.”

KCD, ji bo pirsgirêka kurdî bi rêya çareseriya aştiyane bi pêş bixe û Tirkiyeyek demokratîk ava bike, li 25 bajaran xebat dimeşand. Nêzî 800 rêxistinên demokratîk û sivîl di bin banê xwe de vedihewîne. Rêxistinek demokratîk û sivîl e. Endamên Meclisên Şaredariyan, hevşaredar, Endamên Meclisên Bajaran, nûnerên bawerî û rengên cuda, nûnerên nasnameyên cuda yên li Kurdistanê jî di bin banê wê de cih girtin û bûn delegeyê KCD’ê.

KCD ji 850 delegeyan û Meclisa Daîmî ya ji 101 kesan, pêk tê. Di nav Meclisa Daîmî ya 101 kesan de 21 kes endamên Lijneya Koordînasyona Rêveberiyê ye. 5 endamên dîwana hevserokan heye. 3 berdevk û 2 hevserok hene. Di bin banê KCD’ê de 14 komîsyon hene. Komîsyona siyasî, civakî, dîplomasî, hiqûq, mafên mirovan, ekolojî, aborî, jin, ciwan, ziman û perwerde, çand û huner, zanist, diyalog, lihevhatina civakî û komîsyona bawerî û gelan heye.

KCD ji roja hat avakirin heta niha, li ser hiqûq, demokrasî, perwerde, tenduristî, di dîrokên cuda de kongre, komxebat û konferans li dar xistin. KCD’ê ji bo pirsgirêka kurdan çareser bike “Li ser bingeha demokratîk çareseriya pirsgirêka kurdan” konferans pêk anî. KCD’ê di 12-13’ê hezîrana 2010’î de komxebata Ziman û Perwerdehiyê bi tevlêbûna zimanzanên ku ji Îran, Iraq, Sûriye, Ermenistan, Rûsya û Ewropayê hatibûn komxebata “Ziman û Perwerdehiyê” li dar xist. Di 20’ê Sibata 2011’an de bi tevlêbûna nêzî 70 nûneren bawerî û olan “Komxebata Baweriyan” li dar xist. Nûnerên suryan, keldan, ermen, asur û elewiyan, rojnameger û akademisyen jî di nav de nêzî 70 kes beşdar bûn. Biryar dan ku komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin. KCD’ê di 21’ê tîrmeha 2012’an de “Komebata xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî” li dar xist. Bi navê “Tenduristî û zimanê zikmakî”, “Wateya têgeha tenduristiyê”, “Tenduristî û derdor” û “Ferhenga tenduristiyê” nîqaş kirin.

Di sala 2011’an de Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehîn a Meclisê hat avakirin, Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Cemîl Çîçek di 19’ê Çileya 2012’an de nivîsa fermî ji KCD’ê re şand û xwest nêrîn û fikrên wê yên der barê şêwira Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehin a Meclisê de bigire. Derket holê ku polîsan bi awayekî nepen li KCD’ê guhdarî kiriye. Çîçek, bi îmzeya xwe bi hejmara “A.O1.AUK.0.00.00.00-13002/43184” nivîsa fermî ji KCD’ê re şand û bi awayekî fermî dawetî komîsyonê kir. KCD’ê bi 6 daxwazên xweseriya demokratîk daxwazên xwe pêşkêşî komîsyonê kir. Di sala 2013’an a pêvajoya çareseriyê de di nav heyeta 5 kesan de hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle cih girt. Dîcle, di 2014’an de bi navê hevserokê KCD’ê çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir.

Dadgehê li hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk, Selma Irmak her yek 10 sal ceza kirin. Herî dawî bi fermana Serdozerê Komarê yê Amedê di 26’ê hezîranê de bi ser avahiya KCD’ê girtin. Tabelaya KCD’ê daxistin û deriyê avahiyê mohr kirin. Ji bo 64 kesan biryara binçavkirinê derxistin û 45 kes binçav kirin. Ji van 23 kes girtin. KCD ya Çîçek ew bi fermî nas kiribû, îro dadgeh û hikûmeta AKP-MHP’ê wê wekî rêxistina “Terorê” îlan kirine.

Îktîdarê piştî pêvajo guhertin, KCD kir hedefa xwe. Serdozgerê Komarê yê Amedê di çarçoveya lêpirsînê de hemû xebatên KCD’ê yên di navbera 2007-2014’an de xist bin lêkolînê. Bi fermana dozgeriyê avahiya KCD’ê ji 2010’î heta 2014’an 4 salan bi awayê fizîkî û teknîkî şopand. Piştre bi sedan siyasetmedarên kurd bi hinceta endam û rêveberên KCD’ê ne hatin binçavkirin û girtin. Endam û rêveberên 800 rêxistinên civakî û demokratîk ku di pêvajoya çareseriyê de li KCD’ê xwedî derdiketin, çima îro li dijî vê helwesta hikûmetê dengê xwe nakin? Çima duh lê xwedî derketin û bi hev re biryar girtin, çima îro li dijî van erîş û tawanbariyan bêdeng in? Gelo îro bêdeng bin dê sibê dor neyê wan? Di vê pêvajoya ku qala Yekitiya Neteweyî ya Kurdan tê kirin de çima em li bin banê KCD’ê dîsa kom nabin û bi hev re dengê xwe bilin nakin? Em îro di bin banê KCD’ê de nebin yek em ê sibê ji bo yekitiyê jî nebin yek. Îro em li dijî van êrîşan dengê xwe bilin nekin sibê dereng e.

Nûçeyên Têkildar