Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin

805 welatiyan derbarê Hefteya Mafê Mirovan de danezanekê weşandin û diyar kirin ku ji bo jiyaneke mirovî divê guhertineke fikrî ya bingehîn û siwêrandina civakeke nû pêk were û banga ‘Berpirsyariyê bigirin ser xwe’ li muxalefetê kirin

“85 welatiyên” ku di nav wan de ronakbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, teqawît, xwendekar, parlamenter û şaredarên berê hene, derbarê 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de danezanek weşandin û ji muxalefetê xwestin ku ji bo jiyaneke bi aram û ewle ‘berpirsyarî bigire ser xwe’. Di danezanê de hat destnîşankirin ku daxwaz û bêrîkirina herkesê ku li vê xakê dijî jiyaneke bi rûmet û aram û azadî û aştî ye lê ji ber ku krîza civakî, siyasî û aborî giran bûye ji bo xwe gihandina jiyaneke mirovî divê guhertineke fikrî ya bingehîn û siwêrandina civakeke nû pêk were.

Di berdewama danezanê de ji bo jiyana azad a bi mafên wekhev qala girîngiya pêşxistina tifaqa demokrasiyê hat kirin û ji partiyên muxalefetê hat xwestin ku li gorî daxwazên hevpar ên gel li meclisê tifaqa demokrasiyê bê pêşxistin.

Di danezanê de hat destnîşankirin ku ew di wê baweriyê de ne ku dê tifaqa demokrasiyê ji bo bi milyonan bibe hêvî û li bendê ne ku muxalefeta demkratîk bi wêrekî vê pêngavê biavêje û peywir û berpirsyarî bigire ser milê xwe.

Gavên girîng

805 welatiyan gavên ku divê destpêkê bên avêtin wiha rêz kirin:

  • Heta ku li şûna berdana cihêkarî efûyeke ku siyasiyan bihewîne nava xwe dernekeve,
  • Li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, heta ku ronakbîrên muxalîf û siyasetmedar azad nebin,
  • Heta ku HSK ji nû ve neyê sererastkirin û serxwebûna darazê ya ji rêveberirinê pêk neyê,
  • Heta bi hezaran kesên ku bi awayekî kêfî bi KHK’an hatine îxrackirin negihîjin mafê xwe,
  • Heta ku pêkanîna qeyûman a vîna bi milyonan hilbijêran tune dihesîne neyê bidawîkirin û hilbijartî venegerin ser peywira xwe,
  • Heta ku êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan ranewestin û qanûnên wekhev pêk neyên,
  • Heta pêşî li talankirina hebûnên xwezayî û hawirdorê ya ji bo rantê neyê girtin û projeyên vê derbarê de neyên betalkirin, em ji tu gotinên reformê bawer nakin û dibêjin ku wê ji tu pirsgirêkî re çareseriyê neyne. STENBOL
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar