Qehremanê pêşeng, hunermendê mezin û hevalê dilvîn Halîl Dag, rojeke wek îro, sala 2008’an di kemîneke artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da. Lê wî jiyana xwe tev li paş xwe, weke mîrateyeke giranbuha hişt. Bi enerjiyeke zêde û hezkirineke bêdawî, li bilindahiya çiyayan 13 salan kedeke bêhempa da. Ew bû Xelîlê nivîskar, wênekêş, sînemager, Xelîlê şoreşger, gerîla, hevrêyê Rêber APO; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan. Ji xwe Xelîl di zimanê erebî de wateya xwe dostê herî nêz e. Ew jî dostê herî nêz, hevalê herî durist û dilvînê çiyayan bû.
Heval Xelîl, jiyaneke layiqî navê xwe derbas kir. Digot, ‘Kamereyeke me heye û hevaltiyeke me heye.’ Wan jî têra wî dikir ku hemû çîrokên dilê xwe û dilê çiyayan bîne ziman. Bêhedan germahiya jiyanê, gurbûna şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlayan û bîrhatinên wan nivîsandin. Di kêliyên herî germ ên şer de amade bû; dîmen û nûçeyên nayên jibîrkirin ragihandin; eniyeke nû ya şer vekir. Wêneyên gerîlayan ‘bi dilê xwe kişandin’; awirên çiyayî, bîranînên wan, hest, bawerî û xewn, doz û sozên wan ji me re hiştin. Bi filmên xwe çîrokên ku lê çûbûn, zindî kirin. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik, bi kûrahiya fikir û bîrdoziya xwe, estetîka jiyana gerîla kir wêje.
Heval Xelîl ji çiyayan hez kir, çiya û çiyayiyan jî, ji wî hez kir. Li zinarên asê, dolên kûr, lûtkeyên li ezmanan, li kap û kazên çiyayan geriya; li hemû çîrokên veşartî û nîvcomayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekê xwerû dîtin, jiya û dîmenên wan girtin, ew nemir kirin. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de jî amade bû; di rêwîtî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan de amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiya û ji xwezaya wan hez kir. Bi her awayî bû Xelîlê Çiyayî; wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çêbike. Tevî hemû rewşên giran û ‘bêderfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne. Sînemaya Çiyayî, sînemaya Xelîlê Çiya bû. Sînemaya Heval Xelîl jî, sînemaya Çiyayê Kurdistanê bû; sînemaya lehengî û bedewiya kurdan; sînemaya azadiya kurdan, kurdê Azad bû. Sînemaya kurdê nû, yê qehreman ku xwe ji rewşa ‘objeyeke’ dîrokî rizgar kiriye û bûye kirdeya jiyana xwe; xwebûna xwe pêk aniye.
Heval Xelîl, di jiyana xwe de mînaka hevaltiyê bû. Di nivîs û filmên xwe de her dem cihekê cuda dida jinên kurd ê Azad û Tevgera Azadiya Jinan. Lê ji cihdayînê wêdetir, bû nêrîna wê û digot; “Divê jinên kurd bi fikra xwe bikare têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku objetî rûxandî, awayê têgihîştina wê ya mirov û cîhanê dikare ji sînemaya kurdan re pêşengiyê bike.”
Heval Xelîl hezkerê jiyanê bû; jiyana azad. Hezkerê gerîla, çiya û Rêber APO bû. Her tim hewl dida ku layiqî soza xwe ya bi Rêber APO re be. Di nivîsên xwe de behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêber APO re derbas kirine, dike. Bi sekneke Apoyî têkoşîn û meşa xwe bi salan li çiyayên azad dewam kir.
Ew qasî jî ji rêwîtiyê û Bakur hez kir. “Rêwiyên Çiyayê Araratê” navê projeya wî ya dawî bû. Bi gerîlayan re derbasê bakurê welêt bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.
Soz û erka me, domandina rêwîtiya wî ye; rêwîtiya ber bi çiyayan, Rêper Apo û azadiyê ve. Rêwîtiya ber bi sînemaya xweser, xwecih, çeleng û azad ve. Rêwîtiya ber bi jiyan, hezkirin û hevaltiyê ve.
Weke heval û şopdarên Heval Halîl Dag, em dibêjin ku Halîl Dag nemir e.”