Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî li ser çand, huner, nasname, îdeolojî û karakterê berxwedanê yê jinên kurd hefteyeke çalakiyê lidar dixe. Hefteya Çandê ya Jinên Kurd wê di navbera 2-8’ê Adarê de pêk were. Tevî Hevîn Tekîn, Leyla Ekîncî, Havîn Al-Sîndy, Berîvan Çiya, Cemîle Dînçer, Nergîz Dilo, Meral Şîmşek, Leyla Toprak û Asli Fîlîz, gelek rêxistinên jinên kurd jî wê tevlî bibin.
Ji Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî Solîn Bêrîvan li ser Hefteya Çandê ya Jinên Kurd agahî da ku wê bi dirûşma ‘Hunera Berxwedanê’ bê lidarxistin.
Solîn Bêrîvan bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û wiha axivî: “Ji bo afirandina vî ruhê berxwedanê, pîrozkirin û bi watekirinê pêwîstî bi gelek fedakariyan hebû. 8’ê Adarê roja bilindkirina berxwedana jinê ya li dijî mejiyê baviksalar e. Li gorî me têkoşîna jinê bi yekitî, rêxistiniyê dibe. Konfederalîzma Jinê ya Cîhanê di vê mijarê de modeleke baş e, di heman demê de ji bo paşeroja 8’ê Adarê jî girîng e.”
Solîn Bêrîvan anî ziman ku parçeyekî girîng ê jinên kurd çand û huner e û got, “Em karin kêfxweşî, êş, têkoşîn û ya herî girîng jî berxwedana xwe belav bikin. Ji ber vê yekê weke Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî em bi Hefteya Çandê ya Jinên Kurd li bersiva pirsa ‘berxwedan û huner çawa digihêjin hev’ digerin. Di pêvajoya amadekariya ji bo 8’ê Adarê de, tevlîbûna li hefteya 8’ê Adarê wê asta motîvasyon û ferasetê nîşan bide.
Jinên kurd hem li nava civaka kurd hem jî jê wêdetir di asta hunerê de bi roleke girîng radibin. Gelek jinên Kurd armancên hunerî, civakî û siyasî danîne ber xwe, hunera xwe weke amûra îfadekirina xwe ji bo teşwîqkirina guherîna civakî û wekheviyê bi kar tînin. Li hin herêmên cuda yên cîhanê tevî zor, zehmetî û astengiyan jî jinên kurd tevkariyeke girîng li hunerê dikin, dengê xwe bilind dikin. Ji ber vê yekê jî di navbera 2-8’ê Adara 2024’an de em li Berlînê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd lidar dixin.”
Pêşangeha Hunerê di navbera 2-8’ê adarê de (Tevahiya hefteyê her roj saet di navbera 12:00-17:00)
Bandora felsefeya jin, jiyan, azadî li ser hunera jinê ya li Kurdistanê
Hunermend: Asli Fîlîz, Meral Şîmşek, Leyla Toprak, Havîn Al-Sîndy
Navnîşan: Gorki Kiosk, Dorotheenstr. 3, 10117 Berlîn
2’yê adarê şemî – Saet: 19:00
Jin Jiyan Azadî: Hunera berxwedanê û rola jinên kurd. Jinên kurd berxwedana xwe çawa bi rêya huner û çandê nîşan didin?
Bi moderatoriya Esra Yûla, bi beşdariya Hêvîn Tekîn (Lîstikvan), Leyla Ekîncî (Hunermend; aktîvîsta çandê, pêşkêşvan), Havîn Al-Sîndy (Hunermend).
Navnîşan: Hermanstr. 86, 12051 Berlîn
3’yê adarê yekşem, saet: 17:00
Xwarinên Kurd ên Kevneşop
Navnîşan: Oranienstr. 72, 10964 Berlîn
4’ê adarê duşem, saet: 18:00
Hunera Deqê ya kevneşop a jinên kurd
Navnîşan: Olivaer Platz 16, 10707 Berlîn
5’ê adarê sêşem, saet: 19:00
Bi hunermend Bêrîvan Çiya çanda dengbêjiyê, hunera vegotina çîrokan a kevneşop a gelê Kurd.
Navnîşan: Tennur Restaurant- Reichenbergerstr. 147, 10999 Berlîn
6’ê adarê çarşem, saet: 18:00
Govenda kurd û kincên gelêrî
Jinên Koma Faraşîn û Koma Delîl Çiyager
Navnîşan: Urbanstr. 21, 10961 Berlîn
7’ê adarê pêncşem, saet: 18:00
Jineolojî- jin û perwerdeya zanista jiyanê
Komîteya Jineolojiyê û JXK Berlîn
Navnîşan: Franz-Mehring-Platz 1, 10243 Berlîn
8’ê adarê în, saet: 19:00
Konsera Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê
Hunermend Cemîle Dînçer û Nergez Dilo
Navnîşan: Jockel Biergarten, Ratiborstr. 14C, 10999