Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

8’ê Adarê, ji jinên ereb re zayîneke nû ye

Sorgul Şêxo | 

Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li kêleka jinên kurd, jinên ereb jî xwe di her qadê de birêxistin kirin û dikarîbûn ku nasnameya xwe ya wekî jinên ereb, ji nû ve bi dest bixin. Roja Jinên Cîhanê a ku dikeve 8’ê Adara her salê, ji aliyê rejîma Baasê ve dihate veşartin, ango nedihişt ku jin wate û dîroka vê rojê nas bikin û têghiştineke wê derbarê têkoşîna jinan li hember koletî û desthilatdariya mêr û dewletê çêbibe. Di serdema rejîma Baasê de, jin ji hemû mafên xwe bêguman ji mafê xwe yê jiyîna jiyaneke azad bêpar bû. Dema ku mirov dibêje dewletên herî mezin ji hêza jinan ditirse, bêguman ev ji valahiyekê nayê. Çimkî serhildaneke jinan tenê jî dikare çarenûsa bi hezaran jinên li welatên din bidin guhertin. Da ku jin ji bilî qedera xwe bi tiştekî din nehizire, nekeve pey xeyalên xwe û lêgerîna heqîqetê, dewleta ku bi hişmendiya mêr ve desthilat dikir û xwe di damarên civakê de wekî jehrekê belav kiriye, sînor jêre danîbûn. Di nava dirêjahiya dîrokê de her ku jinek serî hilda ye, bê guman her rastî êrîşan hatiye. Ji êrîşên çekdarî zêdetir rastî tundî, tecawîz, qirkirin û şerê psîkolojî hatiye. Xwestine ku bi van rê û rêbazan dengê jinan yên ku digihêjin cîhanê û dikare wijdanê mirovahiyê bihejîne, qut bikin. Lê ger ku volkanek di hundirê mirovan de hebe û bikele û bikele, helbet wê rojek were û bi dijwarî biteqe. Ji ber wê her gava ku jin biavêje, bandoreke wê yê pir mezin, li civak û derdorê jî dike. Şoreşên ku jinan destpê kirîbûn, heya roja îro bi têkoşîna jinên kurd, ereb, asûrî, suryanî, çerkes û tirkmenan dewam dikin. Jin bi hev re hêz in ji lewra têkoşîna hevpar şertekî serke ye. Dema ku jin birêxistinkirî bin, xwedî fikr û helwesteke hevpar bin her dem û gav li gel hev in, helbet wê serkeftin jî para wan be.

Pîrozkirina 8’ê Adarê sal bi sal ango roj bi roj, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi watetir dibe û di heman wextê de jî li kêleka roj ên bi êş rojên xweş jî hene. Heyva adarê yek ji ew heyvên ku ji bo jinên ereb ên Herêma Dêra Zorê heyveke dîrokî ye û zayîneke nû ye. Jinên ereb heyva Adarê wekî heyva ji nû ve ji dayikbûna xwe pênase dikin. Di dema serweriya DAIŞ’ê li Dêra Zorê de, jinên wê herêmê di rewşeke pir xerenak de bûn. Ew jin tenê bi qedera kuştin, revandin, serjêkirinê û qelandinê re rû bi rû mabûn. Bedewbûn, hêz, vîn û îradeya  wan jinan di bin çarçefa reş de hatibû veşartin. Hêz û hebûna wan jinan di nava tarîtiyê de hatibûn hiştin. Jinên ku li hember terora çeteyên DAIŞ’ê serî hildidan û nerazîbûnên xwe hember wan nîşan didan, di nava çend kêliyan de dihate kuştin. Tundî û êşa ku jinên wê herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê dîtin, tu kesî nekişandiye. Êşa ku wan jinan kişand, ziman di vegotina wê de lal dibe û dibe ku nikaribe hemû êşan bi qasî jiyankirina wê, vebêje. Şewitandina çarşefên reş, gava destpêkê ya ber bi lêgerîna azadiyê xwe ve ye.

23’ê Adara 2019’an zayineke nû ye ji jinên ereb ên Herêma Dêra Zorê re. Di wê rojê de bi hezaran jin ji nû ve jidayik bûn. Bi hezaran jin ji nû ve hêza xwe kom kirin û daketin qadan. Yekîneyên Parastiya Jin (YPJ) jiyaneke nû, azad û bi rûmet diyarî jinên ereb kirin. Jiyana ku YPJ’ê pêşkêşî wan kir tu kesî nikarîbûn ku pêşkêşî wan bikin. Jinên Dêra Zorê her roj ji xwe re dikin roja têkoşîna li dijî tundiyê û 8’ê Adarê. Serdema 21’an serdema azadî, xwebûn û parastina nasnameya jinan e. Li rojavayê Kurdistanê jin ketine ser rêya azadiyê, lê heya niha di wê rêyê de dimeşin, meşa wan bi dawî nebûye. Di serdema 21’an de wê serdemeke ji jinan re, serdemeke taybet û bi bandor be. Hevgirtina jinan misogeriya serkeftina wan e. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî taybet bi hemû rengê xwe dadikevin qadan û 8’ê Adarê pîroz dikin. Li hember hemû rengê êrîşan, jin dengê xwe bilind dikin û dibêjin ku ‘Em hene û em ê li qadan bin.’ Taybet jinên Şedadê, Dêra Zor û Baxozê bi ruhê Ş.Seda û Hind 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Bi ruhê tolhildana jinên têkoşer û berxwedêr, asta têkoşînê bilind dikin. Ji lewra berxwedana wan jinan ji terorîstên ku jiyana jinan, xistin û dixin xeteriyê bersiveke tund e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar