Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

9 dagirker hatin kuştin, 2 çeper û wesayîtek hat rûxandin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star bênavber didomin. Di çalakiyên hatin kirin de 9 dagikerên tirk hatin kuştin, 2 çeper li gel wesayîtekê jî hate rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê aşkera kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Çalakiyên li Herêma Avaşînê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de;

Di navbera 3-9’ê hezîranê de li dijî dagirkerên li devera Kela Mamreşo li ser hev bi çekên giran çalakî hatin kirin. Di van çalakiyan de gelek çeperên dagirkeran hatin derbkirin.

10’ê hezîranê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Zêrîn bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Çeparên dagirkeran bi îsabet hatin lêdan. Saet 09:30’î jî carekî din li dagirkerên li Girê Şehîd Zêrîn bi çekên giran hate lêdan. Di vê lêdanê de 2 çeper hatin rûxandin.

4’ê hezîranê saet 09:00’an balafirên şer bombe li Geliyê Basya barandin.

5’ê hezîranê saet 15:50’î balafiên şer bombe li Geliyê Basya barandin. Ji ber vê bomberdûmanê li herêmê şewat derket.

10’ê hezîranê balafirên şer bombe li Geliyê Basya barandin.

Çalakiyên li Herêma Zapê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de;

10’ê hezîranê saet 07:40’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

11’ê hezîranê saet 08:30’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan bi taktîka suîkastê çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

11’ê hezîranê saet 14:40’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan bi çekên giran çalakî hatiye kirin. Bi rengekî serkeftî derb li konê dagirkeran hatiye xistin, kon bi temamî hatiye tunekirin û 3 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran saet 15:20’an miriyên xwe bi helîkoptêra Skorskê rakirine.

11’ê hezîranê saet qereqola li ser sînor bi obûs û hawan li qada Şehîd Şahîn daye. Di encama vê bombebaranê de li zeviyê şewat derketiye.

11’ê hezîranê saet 11:30’an qada Karker bi balafirên şer hatiye bombekirin.

11’ê hezîranê saet 19:30’an qereqoleke li ser sînorê qada Çemço bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Geverê de;

10’ê hezîranê saet 16:30’an li dijî dagirkerên ku bi wesayita bi tîpa transît ji Qereqola Meleyan a Şemzînê diçûne Tengava Meleyan çalakiyek bi taktîka sabotajê hatiye kirin. Wesayît hatiye îmhakirin, 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoweya Pengava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metînayê de;

11’ê hezîranê saet 12:45’an li qada Şikêrên Sor bi çalakiya suîkastê çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

11’ê hezîranê saet 15:10’an li dijî dagirkerên ku ji qada Kêstê dixwestin ber bi mewziyên şer e biçin bi taktîka suîkastê çalakî hatiye kirin. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin û 2 dagirker birîndar bûne. Piştre dagirkerên ku li eraziyê belav bûne, cara duyan bi taktîka sabotajê derb li wan hatiye xistin. Li vir çend dagirker hatine cezakirin zelal nebûye. Dagirkeran kuştî û birîndarên xwe bi rêya helîkoptêrên Skorsky ji qadê rakirine.

11’ê hezîranê di navbera saet 21:00-21:00’an de helîkopêrên êrîşê herêma Metînayê bombekirine. Bi helîkoptêran dagirkerên li Şikêrên Sor û Tengava Milîtan bi hev hatine guhartin. Li qada birîfîngê deverên nêzî noqteyên pêşmergan bi qasî saetek û nîvê hatiye bombekirin.

Operasyona dagirkeriyê ya li herêma Metînayê 12’ê hezîranê saet 05:30’an ber bi gundê Êzîdî ve hatiye berfirehkirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar