Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

9 meh e ji bo testa DNA’yê tê û diçe

Bavê Mercan Erkol Hesin Erkol piştî pê hesiya ku keça wî jiyana xwe ji dest daye, 9 meh in ji bo testa DNA’yê di navbera Wan û Amedê de diçe û tê. Erkol herî dawî di 22’yê Kanûnê de ji Wanê hat Amedê û ji bo cenazeyê keça xwe Mercan Erkol bigire serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê da

Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) a HPG’yî di 16’ê Mijdara 2017’an de bi 12 hevalên xwe re di pevçûna li herêma Guhermê ya Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest da. Piştî HPG’ê di 17’ê adara 2019’an de daxuyand ku 12 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û yek ji wan jî Mercan Erkol e, malbata Erkol pê hesiya û ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibe çû fermandariya cendirmeyan a Amedê. Fermandariya Cendermeyan jî malbatê şand Pasûrê, cihê ku Mercan Erkol lê jiyana xwe ji dest dayî.

Bav Hesin Erkol jî serî li dozgeriya Pasûrê da. Dozgeriya Pasûrê jî hejmara dosyeya cenaze da û Erkol dîsa şand Fermandariya Cendermeyan a Amedê. Li vir li ser daxwaza fermandariyê Erkol ji DNA’yê çû Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê xwîn da û vegeriya Fermandariya Cendermeyan. Vê carê jî rayedarên Fermandariya Cendermeyan berî wî dan Wanê û jê re gotin ‘kengî encama DNA’yê diyar bû em ê li te bigerin.’

Di nav gorekî de 3 cenaze dertê!

Piştî çar mehan rayedarên Fermandariya Cendirmeyan li bav Erkol geriyan xwestin ku bê cenazeyê xwe bibe. Li ser vê yekê Erkol ji Wanê hat Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û bi rayedaran re çû Goristana Yenîkoyê. Ji vir jî derbasî beşa bêkesan bûn û xwestin cenaze wergirin. Li vir rayedar gorê vedikin ku 3 cenazeyên perçekirî têde ne. Li ser vê yekê dozger got ‘heta DNA’ya wan yek bi yek neyê girtin em nikarin bidin.’ Piştre bav Erkol dîsa zivire Wanê. Li wê derê serî li ÎHD’ê da. Piştî 4 mehan di 22’yê kanûnê de dîsa hat Amedê. Hesin bi rêya parêzer serî li dozgeriyê da û piştre çû serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) da.

‘Heqareta li cenazeyan nayê qebûlkirin’

Bav Erkol, diyar kir ku 9 meh e rayedar wan mijûl dikin û wiha got: “Gelo di îslamiyetê de di maf û hiqûqê de tişteke wisa heye. Heqareteke wisa ku li cenazeyê mirovan bê kirin nayê qebûl kirin. Ev çend care ez têm diçim. Em bi van tiştan diêşin. Tu olan, mezheban de ev tişte nîne. Ev bê edaletî ye bê wijdanî ye mirovahî nîne. Ji bo ku em kurd in vê tiştê dikin meseleyeke din nîne. Ewqas em mexdûr kirine ku bi şev jî xewa me nayê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar