Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘9 meh in xwe mîna miriyan hîs dikim’

Erdhejzede Zeynep Doga ya ku di erdhejê de keça xwe ya 14 salî winda kir diyar kir ku kesên di erdhejê de nemirin an ji tozê yan jî ji sermayê bimirin. Wiha axivî: “Ev 9 meh in xwe mîna miriyan hîs dikim. Kesên ev tişt bi me dan kişandin, bila bi serê wan de jî were. Em mirin kesê em nedîtin. Niha jî em di nava mercên xirab de ne kes dengê me nabihîse.”

Di meha sibatê de du erdhejên mezin ên ku navenda wan Mereş bû li hev pêk hatin û li 11 bajaran avahî hilweşiyan. Gelek bajar ji ber polîtîkaya AKP-MHP’ê ya çewt wêran bûn û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Di ser erdhejê re 9 meh derbas bûn. Mexdûrên erdhejê di vê heyamê de bi gelek zehmetiyan re bi tena serê xwe man. Niha jî ketine derdê zivistanê. Li Semsûrê ku zêdeyî 3 hezar avahî lê hatin hilweşandin xebatên hilweşandina avahiyên ku zirareke mezin dîtine berdewam dikin, li navenda bajêr dest bi çêkirina avahiyên nû hatiye kirin. Zeynep Doga mexdûra erdhejê ya ku ji ber efuya îmarê û rakirina stûnan, mala wê hilweşiya û di bin xirbeyan de birîndar derket diyar kir ku berpirsyar nehatine darizandin. Zeynep Doga ya ku keça xwe ya 14 salî di mala xwe ya hilweşiyayî de winda kir, ji 6’ê sibatê û vir ve bi cilên reş şînê digre.

Li bajêr welatiyên maxdûrên erdhejê, di konteynirên di bin kontrola AFAD’ê de li bajaran dimînin. Zeynep Doga ya 56 salî ya ku her dema baran dibariya di konteynira ku di bin avê de dima, di erdheja roja 6’ê Sibat de di hilweşandina malên xwe li taxa nû di bin xerabeyê de ma. Zeynep Doga got ku avahiyên 2 salên berê lê kirine di nava çend saniyeyan de hilweşiyan.

Zeynep Doga ya keça xwe ya 14 salî winda kir got ku hîn bûne avahiya ku malan wan lê stûnên wê kêm in, bi Heyva Sor re 32 kesan di bin avahiya xirabe de jiyana xwe ji dest dan. Zeynep Doga diyar kir ku di ser erdhejê re 9 meh derbes bûne, têkildarî mijara jêkirina stûna ji tu kesê hesab nehatiye xwestin û got ku berpirsiyar dewlet û şaredariya ku destûr daye îmarê ne.

‘Ez ji bin xirabeyê bi xwe derketim’

Zeynep Doga wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hemû tiştên min di malê de çûn. Me got wê her tişt çêbibe, me mal stand. Ma ez ji ku dizanim ez li şûna malê ketime tirbê. Ez ji bin xirabeyê bi xwe derketim, cenazeyê keça min piştî 5 saetan hat derxistin. Hevjîn û zarokê min hê têdawî dibînin. Li ser avahiya min bi awayekî nelirê sê taq lê kirin. Kê destûr da vê yekê; dewlet û şaredariyê destûr dan. Lê binêrin îro kesekî ku nehat  darizandin û ji vê yekê berpirsyar tê dîtin tune ye. Keça min ji rûyê wan de jiyana xwe ji dest da. Ew mal tevî keça min bû gora 32 kesan. Ji bo 32 kesan hesab ji kesê nehat pirsîn tu kes nehat darizandin.”

‘Kesên di erdhejê de nemirin wê ji sermayê bimirin’

Zeynep Doga ya ku bi nexweşiya pençeşêrê ye diyar kir ku ji ber toza bajar, tedbîr nehatin girtin, ji ber tozê ew û nexweşên din zehmetiyê dikşînin û wiha got: “Li vir ji bilî toz û axê tiştek nîn e. Ez êvarê ji ber sermayê nikarim di konteynirê de rakevim. Betaniyeya min tune ye, min çû betanî xwest ji min re  gotin tune ye. Guh nadin me. Kesên di erdhejê de nemirin an ji tozê yan jî ji sermayê bimirin. 9 meh in tiştek nehatiye guhertin. Rojê 10 lître avê didin pişt re dibêjin her tişt çêbû. Tu tiştek çênebûye.”

Zeynep Doga diyar kir ku keça wê û bi dehan xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji ber şîna ku 9 meh in digre tenê cilên reş li xwe dike. Zeynep Doga bi gotinên “Şîna min wê bi mirina min dawî bibe” anî ziman ku êşa wan qat bi qat zêde bûye. Zeynep Doga behsa êşa dikşîne kir û wiha got: “Ez 9 meh in xwe mîna miriyan hîs dikim. Her roj diçim ser gora keça xwe bang lê dikim. Keça min bersiv nade. Carna xwe bi xwe dibêjim çima ez xilas bûm. Kesên ev tişt bi me dan kişandin, bila bi serê wan de jî were. Em mirin kesê em nedîtin. Niha jî em di nava mercên xirab de ne kes dengê me nabihîse.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar